Ji bo hevdîtinên butçeyê li Mêrdînê civîn hat lidarxistin 2021-10-18 20:09:31     MÊRDÎN - Di çarçoveya kampanyaya "Hevdîtinên butçeyê" de jinên siyasetmedar û pêkhateyên saziyên sivîl civîn li dar xistin.   Di çarçoveya xebatên "Hevdîtinên Butçeyê" de jinên siyasetmedar û pêkhateyên saziyên sivîl li otela Yay Grantê civîn li dar xistin. Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, Ayşe Acar Başaran, Meclîsa Jinên HDP'ê, Meclîsa Jinan a DBP’ê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Platforma Jinan a Şahmaran, Jinên CHP'ê, KESK, TMMOB  û MYD beşdarî civînê bun. Di destpêka civînê de sînevîzyona ku xebatên heta niha hatine kirin vedibêje  hat pêşkêşkirin.   Di civînê de Parlamenter Ayşe Acar Başaran axivî. Ayşe bal kişand  ser xebatên dane meşandin û wiha got: “Jin di aliyê bişaftina kedê de di heman fikrî de ne. Me ji bo kampanya ‘Ji Xizaniya Jinan re Êdî Bes e’  li 18 bajaran xebat da meşandin. Dîmenên ku em bûne şahid dîmenên ku demeke dirêj e em tînin ziman e. Lê mixabin îqtidar ji bo hebûna xwe bide meşandin tirkiye vegerandiye cihê şer. Hemû kanzayên welat xerç dikin. Bi rantê û  ji bo li çend kesan belav bike bi rêjeyek mezin welatiyan mehkûmê xizaniyê dikin. Di vê qeyranê de ji herî zêde jin bandor dibin û ji nedîtî ve tên.”   ‘Îqtidar çareseriyê naafirîne’   Ayşe got îqtidar bi hişmendiya xwemezinkirinê van polîtîkayên xizantiyê didin meşandin û berdewam kir: “Lewra êdî em hatine wê rewşê ku ne zamên tên kirin bişopînin, ne jî hêviyên me di derbarê jiyanê de man. Di derbarê van mijaran de me ji jinan pirsî û wan bersiv da. Gotina jinan a hevpar ev bû. Ev îqtidar pirsgirêkên me çareser nake ango îdayek wê jî tune. Di aliyê tacîz, tecavuz, xizaniya jinê û tundiyê de tiştekî nakin. Li dijî wê polîtîkayan pêş dixin. Em ê van pirsgirêkan jî bibin meclîsê. Ji bo çareseriyê em ê gavekê biavêjin.”   Civîn piştî axaftina Ayşe ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.