Parlamenterên HDP'ê ji bo hevdîtinên butçeyê li Nisêbînê bûn 2021-10-18 13:23:30     MÊRDÎN - Di çarçoveya xebatên butçeyê de parlamenter û rêxistina HDP'ê li Nisêbînê serdana esnafan kirin. Esnafan li dijî polîtîkaya rêvebirina aboriyê bertek nîşan dan û gotin: "Dibêjin rewşa tirkiyeyê gelek baş e. Lê bi taybetî herêma kurdan û tirkiye tevahî di nava qeyraneke mezin de ne. Hikumet derewan dike!"   Xebatên "Hevdîtinên Butçeyê" li Nisêbînê bi serdana esnafan re pêk hat. Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, Pero Dundar, Garo Paylan, Ridvan Turan, Necdet Îpekyuz, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aşitiyê, rêxistina HDP'ê ya bajêr û navçeyê beşdarî serdanê bûn. Di serdanê de bi taybetî axaftinên esnafan bal kişandin.   'Hikumet derewan dike'   Yek ji esnafên jin bi şandeyê re axivî û got: "Rewşa me qet ne baş e. Em di nava qeyranek mezin ya siyasî û aborî de ne. Ji ber ku qeyran bi taybetî li ser herêma kurdan bandora xwe nîşa dide. Dibêjin rewşa tirkiyeyê gelek baş e. Ka çima em nabînin? Karê wan bûye derew."   'Divê were çareserkirin'   Esnafê ku firotina kel û pelên malê dike ji wiha diyar kir: "Esnaf kar nake. Em bi zeman re nagihêjin. Ez îro tiştekî difiroşim, sibehê bi buhayekî zêdetir distînim. Giliyên esnafan û kiryaran jî pir in. Em nikarin kirêya xwe jî bidin. Niha di vê kolanê de 6 esnafan kepenk girtine. Em dixwazin ev rewş were çareserkirin."    Gelek esnafan bi eleqeyek mezin şande pêşwazî kirin. Pirsgirêkên xwe anîn ziman.