ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2021'Ê 2021-10-18 09:00:00     *Jina Suryanî Hatûne Dogan a ku bi 22 pirtûkên nivîsandiye û alîkariya bi xizan, xwendevan, bêmal û nexweşan re kiriye tê naskirin û layiqê gelek xelatan hatiye dîtin piştî 36 salan vegeriya welatê xwe. DÎMEN HEYE   *Ji endamên koma xebata Pandemiyê ya TTB’ê Prof. Dr. Esîn Davutgolu Şenol da zanîn ku di van 3 mehên pêş de dibe ku vîrus hîn bêtir belav bibe û ji bo qelsiyên aşiyê jî wek ‘cînayeta civakî tê kirin’ bertek nîşan da. DÎMEN HEYE   *Di 2017’an de wesayîta zirxî li Fîkrî Demîrbaş ketibû û jiyana xwe ji dest dabû. Wezareta karê hundir li malabata Fîkrî Demîrbaş bi hinceta ‘wesayîta zirxî zirar dîtiye’ doza tezmînatê ya 250 hezar Euro vekir. DÎMEN HEYE   *Jinên ji qursên kurdî ya HDP û MED-DER’ê sertîfîka girtin, wê fêrbûna kurdî berdewam bikin. Hevseroka MED-DER’ê Şîlan Elmas Kan, da zanîn ku tevî hinek zext û zordariyan ji bo kurdî belav bibe wê têkoşînê bidomînin û  wiha got: “Daxwazkirina mafê zimanê dayikê ne siyasî ye, daxwazek mafê mirovî ye.” DÎMEN HEYE   * Li Nisêbînê bi pêşengtiya jinan dê serdana esnafan bê kirin. (10.00)   *Di çarçoveya hevdîtinên butçeyê ya jinan de civîna jinan wê li Mêrdînê bê lidarxistin. (17.00)   *Rêxistina HDP'ê ya navçeya Elkê, bi minasebeta 9'emîn salvegera avabûna partiya xwe li navçeyê dê şahîyê li dar bixe. (13.00)