NÇM: Rêwîtîya çand û hunera azad a kurdî nayê rawestandin 2021-10-17 16:46:17     AMED -  NÇM'ê qedexekirina konsera xwe ya ji bo salvegera 30'emîn a dê bi dirûşma “Berbang” li Navenda Çanda Bostanci pêk bianîya bi daxuyaniyekê şermezar kir. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rêwîtîya çand û hunera azad ya kurdî nayê rawestandin.   Şahiya konserê ya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ku ji bo salvegera 30'emîn dê bi dirûşma “Berbang” li Navenda Çanda Bostanci pêk bihata duh ji aliyê Qeymeqamtiya Kadikoyê ve hat qedexekirin. NÇM'ê qedexekirina konsera berbangê bi daxuyaniyekê şermezar kir. Daxuyanî li Komeleya Çandê ya Dîcle Firatê hate lidarxistin. Metna daxuyaniyê ji hêla hunermend Devrîm Demîr ve hate xwendin.   'Qirkirina çandî kêlîyekê  jî nesekinî'   Devrîm diyar kir ku hişmendiya ku kurdan înkar dike,  çand û hunera kurdî ya azad tune dihesibîne îro jî li ser kar e û got: "Ev 30 sale ku em wekî Navendên Çandê yên Mezopotamyayê, ji bo çand û hunereke azad û bi zimanê kurdî, li ber xwe didin. Ji destpêka salên 90'î û  vir ve, gelek caran saziyên me hatin girtin, hevrê û hevalên me hatin binçavkirin, girtin û cezakirin. Berdêlên mezin hem ji hêla xebatkarên NÇM’yan ve û hem jî ji hêla gelê me yê berxwedêr ve hatin dayîn û hîn jî tê dayîn. Çewisandin, gefxwarin, qedexekirin, pişaftin û pê re jî qirkirina çandî kêlîyekê  jî nesekinî. "   'Gelê kurd di her şert û mercî de xwedî li çand û hunera xwe derketiye'   Devrîm destnîşan kir ku konser û bernameya NÇM'ê ji hêla hişmendiya qirker ve hate qedexekirin û wiha axivî: "Hîn çend roj berê cil û bergên me yên gelêrî hatin qedexekirin. Dîsa çend roj berê straneke me hat qedexekirin û duh jî  konser û bernameya çand û hunera kurdî ya NÇM'ê ji hêla hişmendiya qirker vê hate qedexekirin. Bi hincetên sosret ên wekî ev konser û bername  “dê ewlehiya civakê bixe xeterîyê û îhtîmala ku dê li wê derê sûc bê kirin û hwd” bernameya pîrozbahiyê ya 30’emîn damezrandina NÇM’yan ya ku dê li Stenbolê bihata lidarxistin hat qedexekirin. Hişmendiya qirker qey nizane ku, çand, huner û zimanê gelekî bi qedexekirinê nayê rawestandin. Ji bo ku hûn dibêjin neteweyek tune ye û hebûna wî înkar  dikin ew netewe ji holê ranabe. Gelê kurd di her şert û mercî de xwedî li çand û hunera xwe derketiye."   'Rêwîtîya çand û hunera azad ya kurdî nayê rawestandin'   Devrîm wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heger hûn vê rastiyê nizanin herin rûpelên dîroka berxwedana gelê kurd vekin. Yên ku dibêjin pirsgirêka kurd tune ye û me ev pirsgirêk çareser kiriye, îro jî li rûreşî û derewên xwe diqelibin. Ew careke din li hemberî dîrokê tewanbar û sûcdar in. Em jî ji her demê zêdetir, xweşiktir, bi serbilindî û bi rihekî berxwedêr li hemberî polîtîkayên pişaftinê û qedexeyan li berxwe didin. Em xwedî wê soz û biryarê ne ku em gelê xwe bê ziman, bê çand û bê hunera kurdî nahêlin. Em wekî xebatkar, hunermend û dildarên çand û hunera gelê xwe vê biryara sosret bi tundî şermezar dikin û ji bo me her der û her qad cihê çand û hunera kurdî ye. Rêwîtîya çand û hunera azad ya kurdî nayê rawestandin."