Dayikên Aştiyê laçika spî diyarî Fehîme Poyraz kirin 2021-10-17 14:23:39     AMED - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, dayika Denîz Poyraz  Fehîme Poyraz û şandeya bi wan re, serdana Dayikên Aştiyê yên Amedê kirin. Dayikên Aştiyê laçika spî diyarî Fehîme Poyraz kirin û xwestin di nav Dayikên Aştiyê yê Îzmîrê de cih bigire.    Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, dayika Denîz Poyraz  Fehîme Poyraz û şandeya bi wan re, serdana Dayikên Aştiyê yên Amedê kirin.   Li ser navê Dayikên Aştiyê Kudret Eryilmaz, laçika spî diyarî Fehîme Poyraz kir.  Kudret bal kişand ser wateya laçika spî û wiha axivî: "Wate û qîmeta laçika spî gelek bi qîmet û kûr e. Êşa dayikan yek reng e. Em dayik tenê ji êşa dilê hevdu fêm dikin. Em hêvî û bang dikin ku bila êdî ev xwîn bê rijandin û aştîyek bê vî welatî. Bes êdî ku kezeba dayikan şewitî."   Fehîme Poyraz jî spasîya xwe ji bo diyariyê kir û silava Dayikên Aştiyê yê Îzmirê anî ziman. Fehîme laçika spî da serê xwe û wiha û got: " Gelek spas dikim ku we min layiqê vê laçika spî dît. Êşa me hemû dayikan heman êş e.Wê heya mirinê ev laçik serê min be. Rêya wan rêya me ye. Serkeftina wan serkeftina me ye."   Herî dawî jî Berdevka Dayikên Aştiyê Havva Kiran axivî û got: "Li ser navê tevahî dayikan û bi taybet silavên xwe ji DAyikên Aştiyê yê Îzmîrê re pêşkeş dikin.Serkeftin bila soz û doza me be. Ji bo dayikan tişta herî pîroz zarokên wan in û îro zarokên wan tên kuştin. Em êşa dayika Fehîme parve dikin û wê bûyerê şermezar dikin. Em dixwazin Dayika Fehîme di nav Dayikên Aştiyê yê  Îzmîrê de cih bigire."