Kesên di protestoya MKM'ê de hatin binçavkirin hatin berdan 2021-10-17 09:20:15     STENBOL - 10 kesên ku di protestoya MKM'ê de hatin binçavkirin hatin berdan.   Meclîsa Ciwanan a HDP'ê qedexekirina konsera Berbangê ya dê di çarçoveya 30'yemîn salvegera MKM'ê de dê bihata lidarxistin li Kolana Îstiklalê protesto kir. Di protestoya MKM'ê de 10 kes hatin binçavkirin.    10 kesên hatin binçavkirin piştî îfadeya li Muduriyeta Emniyetê ya Beyoglu serbest hatin berdan.