Salîha Aydenîz : Muxatab Birêz Ocalan e 2021-10-16 17:26:55   AMED - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, di mîtînga bi dirûşma "Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, niha dem dema azadiya jinê ye" li Qada Îstasyonê ya Amedê pêk hatî de axivî û got: "Em her tim dibêjin muxatabên çareseriyê diyar in û muxatab Birêz Ocalan e."    Mîtînga ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), bi dirûşma "Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, niha dem dema azadiya jinê ye" hat organîzekirin li Qada Îstasyonê ya Amedê pêk hat. Li Qada Îstasyonê pankarta “Heta ku hemû jin azad bibin em ê bimeşin” ên bi zimanê kurdî û tirkî hatî nivîsandin hatin daliqandin. Her wiha postere Denîz Poyraz a di êrişa li dijî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê de hatibû qetilkirin, li qada mîtîngê hatin vekirin. Her wiha dowîzên wekî "Peymana Stenbolê pêk bîne", "Dem dema azadiya jinê ye" û "Em xwe bi rêxistin bikin, xwe azad bikin" di qada mîtîngê de ji hêla jinan ve hatin rakirin.    Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, rêveberên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), parlamenterên HDP’ê Nûran Îmîr, Semra Guzel, Remziye Tosûn û Ayşe Surucu, Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJA’yê, rêveber û endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û gelek jin beşdarî mîtîngê bûn.    Jinên ku ji bajarên cuda hatin, piştî bergirtiyên zêde yên polîsan ji 3 aliyan ve ketin qada mîtîngê. Jinên ku kincên herêmî li xwe kirin, bi rengên cûrbicur qad xemilandin. Dengên tilîlî û berzkirina dirûşmeya ji qadê bilind dibe. Piştî Koma Aryen a ji Wanê hatî Hevseroka Giştî a DBP'ê Salîha Aydenîz axivî.   Salîha, di axaftina xwe de bal kişand ser bê tehemûliya li hemberî mîtîngê û got: "Ji Dêrsimê heta Amedê, ji Botanê heta Serhedê jin îro li vî qadê li ser piyan bûn. Divê bê zanîn ku jin tucarî paşve gav navêjin û dê serî li hemberî desthilatdariyê natewînin. Her wiha tehemûlê reng û tilîliyên jinan nakin. Camî kirin qereqol. Ji ber ku ji azadiya jinê ditirsin. Dizanin ku çi dibe bila bibe jin tu carî dev ji rêxistinbûna xwe û her wiha ji qadên bernade. Ligeh her cûreyên dorpêçe jin dê li ber xwe bidin. Jin bi berxwedanê heta wan rojan hatin."   Salîha, silavên xwe ji girtiyên jin re şand û wiha axivî: "Em silavên xwe girtiyên ku ji bo azadiyê têdikoşin re dişînin. Em li vir tên destê dayikên xwe. Jin ji mehekî jortir e li gund û taxan xebatên xwe meşandin. Xwe gihandin bi 10 hezaran jinê. Em baş dizanin ku gelek jin ji ber zext û zordariyê xwe negihandin qadê. Lê em ê li vir bibin dengê wan jinan."   Salîha di axaftina xwe de wiha bal kişand ser tecrîdê û got: "Zextên ku niha pêk tê, ji ber tecrîdê ye. Heke dengê Birêz Ocalan bilind bibe dê demokrasî jî pêş bikeve. Dengê wî dê ji Rojhilata Navîn re aştiyê bîne. Desthilatdarî ji demokrasî û azadiyê ditirse. Îro kesên ku li Kurdistanê digerin qala muxataban dikin û me her tim got muxab diyar e. Muxatab Birêz Ocalan e."   Salîha di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser avakirina yekitiyê: "Tekane rê avakirina tifaqê ye. Em jin dê di avakirina yekitiyê de bibin pêşeng.    Mîtîng bi tilîlî û gerandina govendê bi dawî bû.