Li Agiriyê xebatên mîtînga 'Banga Demokrasiyê' didomin 2021-10-16 16:51:17   AGIRÎ - HDP dê di 18'ê cotmehê li Agiriyê bi dirûşma“Banga Demokrasiyê” mîtîngê li dar dixe. Ji bo tevlîbûna mîtîngê îro li navendê belavok hatin belavkirin.    Amadekariyên mîtînga “Banga Demokrasiyê” ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wê di 18’ê Cotmehê de li Agiriyê li dar bixe, berdewam dikin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan wê beşdarî mîtînga li Qada Newrozê were lidarxistin bibin. Ji bo mîtînga ku wê hunermend Azad Bedran û Koma Aryen li ser dike cih bigirin, bi taybetî li Agirî û navçeyên wê, bi rojan e li bajarên derdorê xebat tên meşandin.     Parlamenterên HDP'ê Hasan Ozguneş, Mûrat Çepnî, Habîp Eksîk, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Abdullah Koç û endamên partiyê li navenda bajêr belavok belav kirin û gel vexwendin mîtîngê. Esnaf, û welatiyan bi coşeke mezin HDP'yî pêşwazî kirin.