Xizmên Windayan li Amed û Êlihê li aqûbeta xizmên xwe pirsîn 2021-10-16 16:38:28   AMED / ÊLIH - Xizmên windayan û rêveberên şaxên ÎHD’ê yên li Amed û Êlihê, di çalakiyên heftana yên li dar xistin de, pirsa aqûbeta Abdullatîf Yagizay û Halît Boran kirin.   Xizmên windayan û rêveberên şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên li Amed û Êlihê, çalakiya xwe ya vê heftê li darxistin û aqûbeta windayên xwe pirsîn û daxwaza pêkanîna edaletê kirin.    Xizmên Windayan û rêveberiyên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê, çalakiya xwe ya hefteya 662'yemîn a "Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin" li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin û çîroka Abdullatîf Yagizay hat vegotin.    Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytun axivî û bal kişand ser mijarê û got: "Polîtîkayên bêcezahiştinê hêj didomin. Ji bo pêkanîna edaletê divê Tirkiye hevpeymanên navneteweyî pêk bîne. Em carek din dibêjin ku em nabin mehkûmê bêedaletiyê."   Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Firat Akdenîz çîroka Abdulatîf Yagizay anî ziman û got: "26 sal in hêj aqûbeta Abdullatîf nehatiye zelalkirin û faîl nehatine cezakirin. Her wiha lêpirsineke wisa bingehîn jî nehatiye kirin. Em niha hewl didin ku edalet pêk bê."   Li Êlihê jî, xizmên windayan û rêveberên ÎHD’ê, bi heman armancê, di heftiya 499’emîn de, li avahiya komeleyê kom bûn. Rêveberên ÎHD’ê û xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên kesên winda hilgirtin. Vê hefteyê çîroka Halît Boran a ku li Aksaraya Stenbolê hatî binçavkirin û piştre hat windakirin hat vegotin.    Rêveberê ÎHD'ê ya Êlihê Abdulrezzak Katmaz daxuyanî da û diyar kir ku divê dewlet sûcdaran derxe pêşberî darazê û got: "Divê dewlet ji malbatan lêborîn bixwaze ku bila hinek dilê malbatan rehet bibe. Heta ku aqûbeta wan neyê zelalkirin û edalet pêk neyê em ê têkoşîna xwe bidomînin."