ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2021'Ê 2021-10-16 09:00:00   *Navenda Çanda Dîcle Firat bi dema qeydên nû re dîsa dest bi perwerdehiya rûbirû kir û qeydên kursan dan destpêkirin. Rêvebera Navenda Çandê Kîbar Suvarî wiha got: “Ji bo xwedî derketina çandê divê hemû jin, zarok û ciwan tevlî qursan bibin.” BI DÎMEN   * Ji dîroka kevnar heta roja îro gelê kurd bi komkujî û bişaftinê re rû bi rû dimîne. Ev ji cureyekî tecrîtê ye. Lê belê weke gelek jinên kurd Fehîme Yilmaz jî li hemberî tecrîdê berxwedanek mezin daye. Gelek caran ket greva birçîbûnê û beşdarî çalakiyan bû. Fehîmeya qala demboriya xwe dike wiha dibêje:"Min azadî nedît lê di ber azadiyê de min bedel da. Ev jî nîvê azadiyê ye." BI DÎMEN   *Dîlan Karaman ya ji qursa ziman mezun bû wiha got: “Ne tenê ziman, em hînê çanda xwe jî bûn.” Dîlan Guvenç jî da zanîn ku divê zimanê kurdî bibe zimanê pewerdê û got: “Fêrbûn têr nake. Divê saziyên civakî xebatên xwe bi kurdî bimeşînin." BI DÎMEN    * Jina bi navê T.A ya li Tarusê fuhuş û hişbir lê hat ferzkirin û ji gazînoya lê didan xebitandin reviya, çû cem xizmên xwe û îfade da polîsan. T. tiştên jiya ji ajansa me re vegot. BI DÎMEN