Li Mêrdînê şahiya HDP'ê hat lidarxistin 2021-10-15 20:38:50       MÊRDÎN - Rêxistina HDP'ê bi wesîleya 9'emîn salvegera avabûna HDP'ê şahiyek rengîn li dar xist.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navend û navçeyên Mêrdînê, bi minasebeta 9’emîn salvegera avabûna HDP’ê li salona AVM'yê ya navçeya Qoserê bernameya pîrozbahiyê li dar xist. Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Garo Paylan, parlamenterê Mêrsinê Ridvan Turan, Pero Dundar beşdarî pîrozbahiyê bûn.   Bi rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê bernameyê  dest pê kir û hevserokên HDP'ê yên Mêrdînê Perîhan Agaoglu û  Salih Kuday xêrhatina gel kir.   Di pîrozbahiyê de Garo paylan û Pero Dundar axivîn. Li pey axaftinê koma Amara derket ser dikê. Bi stranên hatin gotin  coşek mezin li eywanê pêk hat. Beşdarvanan bi govendê şahî bi dawî anîn.