Li Cizîrê avabûna HDP’ê hat pîrozkirin 2021-10-15 17:58:28     ŞIRNEX - Li Cizîrê bi sedan kes tevlî şahiya avabûna HDP’ê bûn.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Cizîra Şirnexê, bi minasebeta 9’emîn salvegera avabûna partiya xwe li ber avahiya navçeyê, bi dirûşmeya “Ji bo parastina azadî, aştî, demokrasî û hêviyê HDP’ê biparêze” şahiyek li dar xist. Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Nûran Îmîr ve Hûseyîn Kaçmaz, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, endam û rêveberên HDP’ê yên navend û navçeyan û gelek welatî bi kincên xwe yên gelerî tevlî şahiyê bûn.   Girse di şahiyê de  tim dirûşmeyên “HDP gel e, gel li vir e”, “Bijî berxwedana HDP’ê”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Girse bi çepik, tilîlî û nîşaneyên serkeftinê govend gerand.   Di şahiyê de Nûran, axaftinek kurt kir û bal kişand ser dorpêça polîsan a li dora şahiyê û diyar kir ku tu asteng nikare gel bide sekinandin. Nûran, destnîşan kir ku gelê Botanê ji bo demokrasî û azadiyê tim bûye pêşeng û diyar kir ku gel li kolanan xwedî li HDP’ê derdikeve.    Şahî, bi gerandina govendê bi dawî bû.