Salîha Aydenîz: Dê sibê li qadê li dijî tecrîdê azadiyê biqêrîn 2021-10-15 16:42:02     AMED - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz , ji bo mîtînga jinan a Amedê bang kir û got: "Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî şîdeta dewleta mêr afirandiye dengê xwe bilind bikin."    Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), dê sibê bi dirûşma "Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, niha dem dema azadiya jinê ye" li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtînga herêmê bê lidarxistin. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, li ser hesabê xwe yê medya dijîtal banga tevlîbûnê kir.    Banga Salîhayê wiha ye: "Em jin sibe li Qada Stasyonê li dijî şer aştiyê, li dijî mirinê jiyanê, li dijî tecrîdê azadiyê biparêzin û aştiyê biqêrin. Em dibêjin 'niha dema azadiyê ye' ku ji nîjadperestî û zayendîperestiya ku şîdeta dewletê ya mêr li jinê dike re bêjin 'na'. Sibe saet 13.00.m 'an li Qada Îstasyonê em bang li hemû jinan dikin ku li dijî şideta ku dewleta mêr afirandiye dengê xwe bilind bikin. Ez dibêjim azadî li kêleka hemû jinan e."