Ji Dayikên Aştiyê banga tevlîbûna mîtînga 'Edî bes e' 2021-10-15 14:50:45     AMED - Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê derbarê mîtînga "Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, niha dem dema azadiya jinê ye" ya ku dê sibê bê lidarxistin de daxuyaniyek da û banga tevlîbûnê li jinan kir.    Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), dê sibê bi dirûşma "Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, niha dem dema azadiya jinê ye" li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtînga herêmê bê lidarxistin. Amadekariyên ji bo mîtîngê didomin. Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê bi minasebeta mîtîngê li avahiya xwe daxuyaniyek dan çapemeniyê. Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Raîfe Ozbey daxuyanî da.    Raîfe, di destpêka axaftina xwe de salvegera 9'emîn a avakirina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pîroz kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "HDP partiya her kesî ye. Em zext û zilma li hemberî HDP'ê şermezar dikin. Lê divê bê zanîn ku em ê her tim li cem HDP'ê bin."   Raîfe, diyar kir ku dê sibê di saet 13.00'an de li Qada Îstasyonê mîtînga me heye û got: "Em banga tevlîbûnê li jinan dikin. Li dijî zilm, qirkirin û qetilkirina jinan divê em li qadê bin. Li dijî tecrîdê, li dijî zilma li hemberî girtiyan divê em li qadê bin. Em êdî dixwazin zilma li hemberî jinê bi dawî bibe."