Der barê rewşa girtiyan de ji MED TUHAD-FED'ê daxuyanî 2021-10-14 13:45:48   AMED - MED TUHAD-FED, tekîldarî sirgûnkirina girtiyan de daxuyaniyeke da û bal kişand ser rewşa girtiyan û got: "Bi polîtîkayên sirgûnkirin û cezayên dîsîplînê dixwazin têkiliya girtiyan bi tevahî ji derve qut bikin."   Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (MED TUHAD-FED), tekîldarî sirgûnkirina girtiyan de daxuyaniyeke bi nivîskî weşand.    Di daxuyanî de wiha hat gotin: "Ew demek dirêj e li girtîgehan de di nav cezayê de ceza tê birîn. Binpêkirinên mafên girtiyan her roja ku li dû xwe dihêle zêdetir dibe. Di her firsedê de zext û zordariyên li ser girtiyan zêdetir dibin. Divê bê destnîşan kirin ku bi wan polîtîkayên zext û zordariyê îradeya azad tê hedef girtin. Di wê çarçoveyê de di demên dawiyê de sirgûnkirin, lêgerina tazî û bisergirtina qawîşan pêk tê. Ew polîtîka êdî xwe gihandiye astekê sîstematik. Divê hemû civak ji wan polîtîkayên li ser girtiyan re bêdeng nemînin û bibin dengê girtiyan.   Bi taybet li Kirikkale, Tekîrdag, Kandira, Sîlîvrî, Sîncan û Antalyayê girtî tên sirgûnkirin. Di destpêkê de sirgûnkirin wek bi awayekî bi sergirtinê pêk hatiye. Li girtîgehan hemû maf hatiye binpêkirin, ew jî bi rêya hevdîtina parêzeran ve hatiye aşkere kirin. Di wê çarçoveyê de bi awayekî aşkere tê dîtin ku bi polîtîkayên sirgûnkirin û cezayên dîsîplînê dixwazin temasa girtiyan ji derve re bi tevahî qut bikin.”