220 roj in nobeta edaletê didome: Em ji ber avahiya edliyeyê venaqetin 2021-10-14 12:45:08     RIHA  - Nobeta Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar a ji 9'ê Adarê ve ye dest pê kirine di roja 220'î de didome. Malbatê bi peyama li ser medyaya dîjîtal parve kir anî ziman ku dê bi serhildanê piştevaniyê bi dest bixin.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 220'î de didome. Malbatê şûna pankartên ku ev 20 roj in ji bo lêpirsînê hatine binçavkirin, yên nû anîn cihê nobetê.   Ferît Şenyaşar, diyar kir ku pankartên ku polîsan di roja 200’î de dest danîbûn ser, qasî 50 rojan li pêş edliyeyê vekiribûn û wiha got: "Lêgerîna me ya li pêş Edliyeya Rihayê di bin zilmê de berdewam dike. Di roja 200'î ya nobeta me de dest danîn ser pankartên me. Pişt re 'sewqî dozgeriyê kirin' 20 roj in pankartên me nadin me. Me jî ya nû çêkir. Daxwazên me yên mafdar li ser wan pankartan hene. Li nexweşxaneya dewletê komkujiyek hat kirin, heke em dewleta hiqûqê bin divê pêwistiya wê em bi cih bînin. Em tenê edaletê dixwazin. Şûna ku polîs û endamên darazê daxwazên me bi cîh bînin bi pankartên me ve mijûl dibin. Ji bo ku me ji edliyeyê dûr bixin tişta ji destê wan tê dikin. Heta ku edalet pêk neyê em ê ji vir neçin."   'Heta ku daxwazên me neyên pêşwazîkirin em ji vir naçin'   Ferît, da zanîn ku birayê wî Fadil Şenyaşar ê ji 3 salan zêdetir e li Girtîgeha Xarpêtê di hucreya yek kesî de dimîne wiha berdewam kir: "Heke birayê min bi awayekî bêalî hatibûya darizandin niha di navbera me de bûya. Li ser dosyayê biryara veşartî heye. Em dest ji her du daxwazên xwe bernadin. Heta ku daxwazên me neyên pêşwazîkirin em ji vir naçin."   'Em ê bi berxwedan û piştevaniyê edaletê bînin'   Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal bi wêneyên pankartên xwe yên nû re ev peyam parve kir:"Têkoşîna me ya edaletê ya li pêş Edliyeya Rihayê di roja 220'î de didome. Ji ber înada kesên ku dibêjin li Tirkiyeyê edalet tune ye; em ê bi berxwedan û piştevaniyê edaletê bînin."