Parêzerên Ocalan ji bo biçin hevdîtinê serlêdan kirin 2021-10-14 11:52:39   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin, careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.   Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 22 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye, Faîk Ozgur Erol, Raziye Ozturk, Rezan Sarica û Cengîz Yureklî, ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin, dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.   Di 23’yê îlona 2020'î de, bi hinceta “Nexşerêya" Abdullah Ocalan ku di sala 2009’an de weke pêveka parastina xwe ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) re şand, ji bo 6 mehan biryara qedexeya parêzeran dabûn Abdullah Ocalan û 3 girtiyên li gel wî. Ligel ku qedexeya hevdîtinê di 23’yê adarê de qediya jî, ji serlêdanên parêzeran re ne erênî ne neyînî bersiv nayê dayîn. Dîsa bi serlêdana parêzeran a di çileya 2021'ê de, derketibû holê ku cezayekî dîsîplînê yê nû dane Abdullah Ocalan.    Ji parêzerên Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di 2-22’yê gulan, 12-18’ê hezîran û 7’ê tebaxa 2019’an de hevdîtin bi muwekîlên xwe re kiribûn.   Herî dawî ji ber îdiayên li ser hesabên medyaya civakî yên derbarê Abdullah Ocalan de fikarên raya giştî mezin bûbûn û di 25’ê adarê de birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan pê re bi telefonê axivî bû. Lê Mehmet Ocalan ragihandibû ku hevdîtina telefonê di nivî de hatiye birîn. Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F di bin tecrîdeke girankirî de girtî ye cara ewil di 27’ê nîsana 2020’î de bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivîbû.