70 roj in agahî ji endama RJAK'ê nayê girtin 2021-10-14 11:19:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Ev 70’ê roj in ji endama RJAK’ê Ciwana Ebdulbaqî agahî nayê girtin û aqûbeta wê nayê zanîn.   Bi boneya 7'emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, şandeyek Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê (RJAK), serdana Şengalê kiribû. Endamên şandeyê ku ji meclîsa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî, endama RJAK’ê Seyran Ehmed Hesen pêkdihat, dema ji Şengalê vedigeriyan, di ketina Hewlêrê de ji aliyê çekdarên Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ve li seytereya Kelekê hatin revandin.   Endam û Rêveberên RJAK’ê di 5’ê tebaxê li seytereya Kelek ya Hewlêrê ji aliyê çekdarên PDK’ê ve tên revandin. Piştî 33 rojan di 6’ê îlona 2021’an de bi biryara dadgehê û kefalet endam û rêveberên RJAK’ê Xewle Mihemed û Seyran Ehmed hatin berdan.   Lê endama din a RJAK’ê Ciwana Ebdulbaqî ev 70’ê roj in hîna nehatiye berdan û aqûbeta wê nayê zanîn. Asayîşa PDK’ê rê nade malbat û parêzer hevdîtinê li gel de bikin.