Li Norwecê êriş pêk hat: 5 kes hatin kuştin 2021-10-14 10:32:23       NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajaroka Kongsbergê ya nêzî paytexta Osloyê ya Norwecê li nêzî marketekê êriş li kesên ji rê derbas dibûn hat kirin. Herî kêm 5 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.    Rayedarekî polîsên xwecihî Øyvind Aas civîneke çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku gumanbarek hatiye girtin û diyar e ku bi tena serê xwe tev geriyaye.   Berdevk ragihand ku wê lêbikolin bê êriş çalakiyeke terorê ye yan na.   Tê gotin, êrişkar ji supermarketeke Coop Extra ya li rojavayê Kongsbergê dest bi êrişê kiriye. Yek ji birîndaran polîsekî bi destûr bû ku hingî li wê dikanê bû.   Hate ragihandin ku li gorî dema herêmê saet di 18:47'an de di navbera êrişkar û polîs de şer qewimî.   Rayedarê polîsan Aas anî ziman ku tê lêkolînkirin bê êrişkar di dema êrişê de çekeke din jî bi kar aniye yan na.   Rayedaran dor li gelek herêmên bajarok girtin û ji bo lêkolînkirina cihê bûyerê û berhevkirina delîlan ji şêniyên bajarokê xwestin ku li hundir bimînin.   Gumanbar birin qereqoleke polîsan a li bajarokê Drammenê. Hîn nehatiye lêpirsîn.   Midûriyeta polîsan a welêt ji polîsên li tevahiya welêt xwest ku hîn bêhtir tedbîran bigirin û çekê hilgirin. Li welêt bi polîsan hemûyan re çek nîne.   Li gorî daxuyaniya midûriyetê polîs heta niha negihiştiye nîşaneyek di asta gefa neteweyî de.   Li Norwêcê beriya niha êrişên rastgiriya tund rû da bûn.   Di 22'yê Tîrmeha 2011'an de Anders Behring Breivik li girava Utøyayê beriya ku êrişî mîtînga Ciwanên Karker bike, li nêzî avahiya hikumetê ya li Osloyê bombeyek teqandibû û 8 kes kuştibû. Piştre jî 69 mirovên lê rast hatibû, qetil kiribû.