Bertekên li dijî zêdebûna îstismara li Wanê: Em ê têkoşîna xwe bidomînin 2021-10-14 09:09:27   WAN - Jinên li dijî tundî û îstismara zêde bûye bal kişandin ser girîngiya Peymana Stenbolê wiha gotin:"Her mêrê li vî welatî hat wê astê ku bêjin 'tiştek bi min nayê'. Lê belê dê têkoşîna me ya li dijî vê yekê bidome."   Mêrê ji polîtîkayên bêcezahiştinê û tevî hemû nîqaşan ji rakirina Peymana Stenbolê ya bi biryarnameya serokkomariyê cesaretê digirin li dijî zarok û jinan li kuçe, mal, cihê kar sûc dikin. Di demên dawî de zêdebûna îstismar û tundiya li ser jinê ya li Wanê dîsa rêxistinên jinan kir nava tevgerê. Jin bi çalakiyên cuda vê yekê şermezar dikin. Heta niha li gor agahiyên ji ser çapemeniyê hatin bihîstin herî kêm 6 zarok bi êrişa zayendî rû bi rû hatin hiştin.    'Bi rakirina peymanê hat xwestin jin bibin mehkûmê tundiyê'    Hevseroka Şaredariya Artemêtê ya HDP'ê Gulcan Kaçmaz a dewsa wê qeyûm hatiye tayinkirin da zanîn bi rakirina peymanê mêran hêz girtine. Gulcanê da zanîn di dema îktidara AKP'ê de her tim tundî, destdirêjî, îstismara li dijî zarok û jinan pêk dihatin û wiha got:"Bi rakirina peymanê hat xwestin jin bibin mehkûmê tundiyê."   'Li Wanê qadên jinên tundiyê dibînin serî lê bidin tune ne'   Gulcanê bi lêv kir ku li ser tundî û îstismarê tê girtin û got:"Bûyerên îstismarê ji yên di çapemeniyê de tên xuyakirin zêde ne. Dema jin bi tundiyê rû bi rû dimînin qadên ku ji bo serî lê bidin hema hema em bêjin tune ye. Jin bi tundiyê li malên xwe tên hepiskirin û tê xwestin tenê bên hiştin. Lê belê em di nava her şerd û mercî de mafê xwe biparêzin. Dema jin bi hev re têbikoşin dê wê demê bigihêjin armanca xwe."   'Mêr bawer dikin ku wekî Mûsa Orhan tiştek bi wan nayê'   Hevseroka HDP'ê ya Tûşbayê Hanim Akkuş jî bal kişand ser îstismarên li dijî zarokan ên di demên dawî de û wiha got:"Tundiya zêde bûye ne tesaduf e. Ev sîstematîk e. Mûsa Orhan ên ji ber tecawizî Îpek Er kir û bû sedema mirina wê, tê darizandin niha berdayî tê darizandin. Bi dehan jinan ji ber gotin Mûsa Orhan tecawizkar e îro tên darizandin. Ji ber parvekirin kirine derbarê wan de doz tê vekirin. Mûsa Orhan gotibû 'Tiştek bi min nayê'. Loma mêr bawer dikin ku wekî Mûsa Orhan tiştek bi wan nayê. Her mêrê li vî welatî, hat wê astê ku bêjin 'tiştek bi min nayê'. Lê belê dê têkoşîna me ya li dijî vê yekê bidome."