'Em hêvî dikin jin dengê kurd û Kurdistanê bilind bikin' 2021-10-13 14:49:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Têkildarî hilbijartina parlamentoya Iraqê Platforma Yekîtiya Jinên Kurd da zanîn ew hilbijartina 23 jinên kurd û hemû parlamenterên Kurdistanê piroz dikin û gotin ew ji bo vê serkeftinê kêfxweşiya xwe parve dikin.    Platforma Yekîtiya Jinên Kurd li ser hilbijartina 23 jinên kurd a di hilbijartina parlamentoya Iraqê de peyameke kurt parve kir. Di peyamê de jinên hatin hilbijartin hatin pîrozkirin û hat gotin hêvî û bawerî ew e ku jinên kurd li ser her çar parçeyan bibin yek û bi hêza jinê dengê kurd û Kurdistanê bilind bikin.    Platforma Yekîtiya Jinên Kurd di dewamiya peyama xwe de wiha got:   "Li ser her çar parçeyên Kurdistanê rol û mîsyona jinên kurd roj bi roj pêş dikeve. Ji rojava heta rojhilat, ji bakur heta, başûr jina kurd bûye sembola têkoşina azadiyê. Êdî li Kurdistanê û li cîhanê baş tê zanîn ku hêza jina kurd hêza veguhertina Rojhilata Navîn e. Jina kurd li her qadê dengê xwe bilind kiriye li civakê rengê xwe nîşan dide. Hêvî û baweriya me ew e ku ev hêz bibe hêza yekîtiya jina kurd. Em hêvî dikin jin di nava çar parçeyan de dengê kurd û Kurdistanê bilind bikin.   Hêviya me ew e ku armanca wan a herî yekem bibe yekîtiya jina kurd. Em ji bo jinên bi hestên kurdewariyê tev digerin serkeftinê dixwazin. Em wekî Platforma Yekîtiya Jinên Kurd serkeftina parlamenterên jinên kurd pîroz dikin. "