Di 'Nobeta Edaletê' de ji bo Ayşe Ozdogan banga piştevaniyê hat kirin 2021-10-13 14:13:11     RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 219'emîn a 'Nobeta Edaletê' de bal kişandin ser girtiya nexweş Ayşe Ozdogan û gotin:"Her kesên xwedî wijdan divê ji vê zilmê re bibêjin na."   Çalakiya malbata Şenyaşar a Nobeta Edaletê di roja 219’emîn de, li ber Edliya Rihayê dewam dike. Dayika Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar, bi Fadil Şenyaşar ê li Girtîgeha Sergirtî ya Xarpetê 3 sal in di hucreya yek kesî de dimîne re, hevdîtina telefonê ya heftane kirin. Ji ber ku pankarta malbatê di roja 200'î ya çalakiyê de hat desteserkirin, malbat nobeta xwe bê pankart didomîne.   Ferît Şenyaşar, di çalakiyê de axivî û got: “Ev 219 roj in em çalakiya xwe Nobeta Edaletê bênavber dewam dikin. Nobeta min û dayika min di bin zilmê de, didome. Hemî wezîr, nemaze wezîrê dadê û wezîrê tenduristiyê, tiştên me jiyan dizanin. Her kes dizane ku xizmên wekîlê desthilatdariyê Îbrahîm Halîl Yildiz, li nexweşxaneya dewletê komkujî kirin. Rayedar bi xwe jî vê yekê tînin ziman. Ligel ku her kes her tiştî dizane jî, Yildiz ji aliyê rayedarên payebilind ve tê parastin. Dozger û dadger, erka xwe nakin. Her kes ji me re dibêje 'em dizanin komkujî hat kirin’ û ew li bendê ne ku wekîltiya wî bikeve.”   'Kesên xwedî wijdan, divê bêjin êdî bes e'   Ferît destnîşan kir ku li Tirkiyeyê, gelek kesên mîna wan bi bêedaletiyê rûbirû hatine hiştn hene û wiha got: “Di girtîgehan de, bi hezaran girtiyên nexweş hene. Ayşe Ozdogan yek ji van girtiyan e. Li şûna ku li nexweşxaneyê bê dermankirin, niha di girtîgehê de ye. Kesên li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê qetlîam kirin li derve de ne, lê Ozdogan a nexweşa penceşêrê di girtîgehê de ye. Divê, hin ji vê zilmê re bêjin êdî bes e. Bi hişmendiya marê dest min nede, bila hezar salî bijî, ev pêvajo wê dewam bike. Hemû kesên xwedî wijdan, divê bêjin êdî bes e.”      'Nexweşa penceşêrê, di girtîgehê de ye'   Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal jî, wêneyê nexweşa giran Ayşe Ozdogan a li Girtîgeha Tîpa L a Doşemealtiyê ya Antalyayê dimîne parve kir û ev peyam da: “Daraz riziya, sekna bi sinc û nirxên bi exlaq tune kirin. Li Qesra Edaletê ya Rihayê, hîna jî serdest tên parastin. Kesên li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujî kirin li derve ne, Ayşe Ozdogan a nexweşa penceşêrê, di girtîgehê de ye.”