ROJEVA 13'YÊ COTMEHA 2021'Ê 2021-10-13 09:00:00   * Parlementera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel diyar kir ku yên ku pirsgirêka kurd çareser neke nikare di îqtîdarê de bimîne û got: “Pirsgirêka kurd ne tenê pirsgirêka Tirkiyê ye, di heman demê de pirsgirêka Rojhîlata Navîn û pirsgirêka navneteweyî ye. Gelê Kurd nerînek samîmî dixwaze û çareseriyek mayînde dixwaze." BI DÎMEN    *Yek ji Dayikên Aştiyê ku çîroka jiyana her yekê cudaye, Hatîce Ay e. Ji Amedê koçî Enqereyê dike, lê dest ji têkoşînê bernade. Hatîce dibêje: “Ez pîr bûm, belkî aştiyê nebînim lê kurd dê aştiyê bibînin. BI DÎMEN    *Fexriye Alpaslan a ku bi salane ji bo mafê kurdan têdikoşe ji bo dîwarên ku di navbera Qamişlo û Nisêbînê de hatiye bilindkirin wiha got:"Dîwarên şermê li ser sînga welatê min bilind kirin. Gel bi serhildana xwe bersivek xurt da vê dijminatiya li dijî kurdan. Ez zanim em ê bi hev re wan dîwaran hilweşînin. Heta ku ez wan rojan nebînim pêwîst e ji vê dinyayê koç nekim." DÎMEN HEYE   *Di 13'ê Cotmeha 2019'an de di dema ku êrişên komên girêdayî dewleta tirk ên li ser Girê Spî dewam dikir de Dilovan Gever jiyana xwe ji dest da. Ji ser mirina Dilovanê 2 sal derbas bûn.  DÎMEN HEYE   *Dayika Aştiyê Aysel Tufan ku piştgirî da grevên birçîbûnê ya bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin, hatibûn destpêkirin, bi şîdeta polîsan re rûbirû mabû. Lêpirsîna ku der barê mijarê de hatibû destpêkirin, biryara neşopandinê dan. Li ser vê parêzeran dosya bir Dadgeha Destûra Bingehîn.    *Serokwekîla koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş da zanîn ku li Tirkiyeyê beşeke mezin a butçeyê ji bo şer tê veqetandin û wiha got: “Em dibînin ku hawireke lê bihayên guleyan tê pirsîn bandorek çawa li ser aboriyê dike. Em ê ya gel bidin gel û butçeyê ava bikin. Dema hawira muzakereyê pêk bê, ji şer re butçe nayê veqetandin û civak bi tehdîda jiyanê wê nejî.” DÎMEN HEYE   *Prof. Dr. Emîne Beyza Ustun, bal kişand ser girîngiya mîtînga TJA'yê ya ku di 16'ê cotmehê de bê lidarxistin got: "Li dijî pergalê têkoşîneke hevpar hewceye û bi rêxistinbûnê em dikarin pergala heyî têk bibin." BI DÎMEN