ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2021'Ê 2021-10-12 09:00:00   *Komeleya Hêviyên Reng û Reng Pirtûkxaneya Pêlîstokan a Tahî Elçî ji nû ve saz dike. Koordînatora Giştî ya Komeleyê Yeter Erel Tuma, diyar kir ku di nav 4 salan de bi saya pirtûkxaneyê xwe gihandine bi sedan zarokan û got: "Em bûn malbatekê mezin û tora piştgiriyê her roja ku diçe mezin dibe. Em bang dikin û dibêjin ên ku dixwazin bibin parçeyekî ji vê malbatê bila xwe bigihînin me.” DÎMEN HEYE   *Li Egeyê dawî li amadekariya xwarinên zivistanê hat. Jin di krîza aborî de amadekariya xwarinên zivistanê anîn û diyar kirin ku ji ber têkiliyên hilberînên diguherin, wê  aboriya debarê berdewam neke. BI DÎMEN    *Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê Ferîde Îbo têkildarî salvegera qetilkirina Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef ji ajansa me re axivî. Ferîdeyê da zanîn komplo hat xwestin bê dubarekirin û wiha got:''Di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi rêya komployekê dewletên navneteweyî xwestin Rêber Apo hedef bigirin. Ev komplo heta îro bi destên dewletên hegemonik û dewleta tirk didome. Bi êrişên li ser Serêkaniyê û Girê Spî û hedefgirtina Hevrîn Xelef jî xwestin komployê bidomînin." DÎMEN HEYE   * Girtiya bi navê Garîbe Gezer ya li girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê dimîne, ji aliyê gardiyanan ve bi taciz û îşkencêyê re rûbirû ma. Dayika wê Halîme Gezer got ku ji bo keça wê derbasî koxuşa serbixweya bibin îşkence lê hatiye kirin û ji ber keça wê ev îşkence ji wan re vegotiye, rastî 35 roj cezayê hucreyê hatiye.   *Têkildarê mîtinga Amedê a ku di 16'ê mehê de were kirin TJA xebatên xwe yên gundan berdewam dike Dê îro li gundên Gurgurî û Curnûkê wê serdanan pêk bîne. (14.00) BI DÎMEN