TJA’ê li ser hesabê medyaya dîjîtal jin vexwend ji bo mîtîngê 2021-10-11 19:08:56     NAVENDA NÛÇEYAN - TJA’ê ji bo mîtînga bi dirûşma "Ji nîjadrestî û zayendperestiyê re êdî bes e. Niha dema azadiya jinê ye" li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal banga beşdarbûnê kir.   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk(DBP), bi dirûşma "Ji nîjadrestî û zayendperestiyê re êdî bes e. Niha dema azadiya jinê ye" dê di 16'ê Îlonê de li Amedê mîtingê li dar bixe. Jin ji bo beşdarbûna mîtîngê li navçe û bajarên herêmê xebatên xwe re didomînin.   TJA’ê vîdeoyek li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal parve kir û jin vexwend ji bo mîtîngê.   Di vîdeoyê de wiha hate gotin: “Em hemû jinan vedixwînin mîtînga xwe ya ku dê di 16’ê Cotmehê de li qada îstasyonê di saet 13:00' an de wê bê lidarxistin. Werin em bi hev re dengê xwe bilindir û govenda xwe berfirehtir bikin.”