'Nobeta Edaletê' di roja 217'an de ye: Ji bo edaletê ehlaq û wijdan divê 2021-10-11 13:49:26     RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên li ber edliyeya Rihayê ev 217 roj in Nobeta Edaletê didomînin ev gotin parve kirin:"Edalet; ehlaq, berpirsyartî, wijdan û dilpakiyê dixwaze."   Emîne û Ferît Şenyaşar ên li ber edliyeya Rihayê ev 217 roj in Nobeta Edaletê didomînin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, her roj ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê dikevin rê û tên li “Quncika Edaletê yê Malbata Şenyaşar” tê binavkirin dest bi çalakiya xwe dikin. Lê ji ber polîsan dest danîne ser pankartên wan, Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar çalakiya xwe bê pankart dimeşînin.    Ferît Şenyaşar, diyar kir ku ligel astengkirinê jî nobeta wan a edaletê ket roja 217’an û wiha got: “Têkoşîna me ya edaletê 7 meh li pey xwe hiştin. Li nexweşxaneya dewletê li pêş çavên herkesî komkujî pêk anîn. 3 mirovên me li pêş çavên bijîşkan hatin qetilkirin. Kesê ku bûyer organîze kir parlementerê partiya desthilatê û xizmên wî bûn. Ji ber vê yekê ligel 3 sal û nîv derbas bûn jî derbarê van kesên ku ev sûcê mirovahiyê pêk anîn de tu darizandin dest pê nekirine.”    Ferît, bertek nîşanî nedarizandina sûcdaran da û wiha berdewam kir: “Dozger, bi parastina parlementerê desthilatê sûc dikin û dibin hevparê sûcê hatiye kirin. Vê zilmê hemû cîhan dişopîne. Wezîrê Dadê dibêje ‘deriyê edliyeyê deriyê edaletê ye’ Em wezîr vedixwînin Rihayê. Bila were vir zilmeke çawa tê kirin bila bi çavên xwe bibîne.”   ‘Dereng jî be em dixwazin edalet pêk were’   Ferît, bal kişand ser pirsgirêkên dayika wî yên tenduristiyê yên zêde dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dayika min bi ser 65 salî de ye. Pêşiya me zivistane êdî nikare vê zilmê hilgire. Dozger li bendê ne ku em li vir bimirin. Em di vê têkoşînê de mafdar in, heta ku edalet pêk neyê em ji vir naçin. Em dixwazin ku kesên edaletê dixwazin piştevaniya me bikin. Em dixwazin edalet demildest pêk were. Gotineke ‘edaleta dereng were ne edalet e’ heye. Dereng jî be em dixwazin edalet pêk were.”   ‘Edalet; ehlaq, berpirsyartî, wijdan û dilpakiyê dixwaze’   Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Hiqûq ji bo edaletê amûrek be jî em nikarin her tim edaletê jê hêvî bikin. Ji ber ku edalet; ehlaq, berpirsyartî, wijdan û dilpakiyê dixwaze. Ev jî bi rayedaran re nebin, dibe zilm. Weke li pêş deriyê Edliyeya Rihayê…”