Li Şirnexê ji bo beşdariya mîtînga 16'ê Cotmehê bang hat kirin 2021-10-11 13:10:13     ŞIRNEX - TJA'yê, li Şirnexê di çarçoveya kampanyaya "Dem Dema Azadiya Jinê ye" sînevîzyon da pêşandan. Nuran Îmîr a HDP'yî bang li hemû jinan kir ku tevlî mitînga Amedê bibin.   Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya kampanyaya "Dem Dema Azadiya Jinê ye" de li avahiya HDP'ê ya Şirnexê di derbarê jinan de sînevîzyon da pêşandan. Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, endam û rêvebirên HDP'ê yên navend û navçeyan û gelek jin tevlî bernameyê bûn.   Piştî temaşekirina sînevîyonê Nuran Îmîr a HDP'yî axivî. Nuranê, anî ziman ku desthilatdarên mêrperest koletiyê li jinan didin ferzkirin û êrîşê têkoşîna jinê dikin û wiha got: "Em jinên rêxistinkirî û bawerî dane bi rihê azad bi salane bi gelek berdelên giran me têkoşîna xwe domandiye. Ji ber vê jî li dijî koletiya mêrperestiyê em azadiyê diparêzin û ji bo azadiyê li berxwe didin. Di sedsala 21'emîn de li hember koletî, destdirêjî û îstîsmarê em dibêjin rihê azad û têkoşîna azad pêwîst e. Heta jin azad nebe, civak azad nabe. Em dibêjin dem dema azadiya jinê ye."   Bangewaziya mitîngê   Nuranê, herî dawî ji bo mîtînga dê di 16'ê cotmehê de li Qada Îstayonê ya Amedê bê lidarxistin bangewî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Çi dibe bila bibe ji bo azadiya jinê û jiyanek wekhev em ê têkoşîna xwe bidomînin. Bila hemû jinên Botanê bi kincên xwe yên herêmî tevlî mitîngê bibin."   Bername, bi gerandina govendê bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" û bi tilîliyan bi dawî bû.