Figen Yuksekdag: Zextên li girtîgehan zêde dibin 2021-10-11 13:08:52     ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya serdema berê Figen Yuksekdag a li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê tê girtin têkildarî binpêkirina mafan a pê rû bi rû dimînin wiha got:"Berpirsên pirsgirêkên li girtîgehan û encamên wan Îktidara Siyasî û Wezareta Dadê ye."   Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya serdema berê Figen Yuksekdag a li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê tê girtin diyar kir ku zextên li girtîgehan zêde dibin. Girtiyên jin ên din ên bi parêzerên xwe re hevdîtin kirin binpêkirina mafên diqewimin ragihandin. Hat gotin koguşên girtiyên siyasî tên valakirin û guhertin her wiha li odeyên di navberê de vala dimînin girtiyên edlî û DAÎŞ'î lê tên bicihkirin.    'Zextên li girtîgehan zêde dibin'   Figenê ya li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê ya yek ji girtîgehên zext lê zêde ne, tê girtin bi rêya parêzerê xwe ev agahî parve kir."Li vir zext zêde dibin. Berpirsên pirsgirêkên li girtîgehan û encamên wan Îktidara Siyasî û Wezareta Dadê ye. Divê demildest binpêkirinên li girtîgehan, zextên provakatîf û pêkanînên rageşî bi dawî bibin."   'Lêgerînên divê ji mehê carekê bê kirin ji 3 rojî carekê tê kirin'   Parêzerên bi girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê ya Hejmara 1'emîn dimînin hevdîtin kirin têkilarî rewşa girtîgehan wiha gotin:"Bi pêvajoya pandemiyê re binpêkirina mafan her roj zêdetir dibe. Lêgerînên divê ji mehê carekê bê kirin ji 3 rojî carekê tê kirin. Serjimariya sibehê û êvarî tê kirin derxistin ji hefteyekê 3 rojî. Serjimariya dawiyê saet di dozdehê şevê de hat kirin. Zarokên bi dayikên xwe re dimînin ji vê rewşê bi neyî bi bandor dibin. Şev ranazên û digirîn."   Tundiya derûnî tê kirin   Her wiha hat diyarkirin pandemî wekî hincet tê nîşandan û hevdîtina vekirî tê astengkirin û wiha hat gotin:"Hema bêje hemû çalakî hatine sekinandin. Îzaha lêgerîna şev saet di dozdan de tune ye. Tundiya derûnî tê kirin."