Kesên li Îzmîr û Manîsayê hatin binçavkirin hatin berdan 2021-10-11 09:38:51   ÎZMÎR  - Tevî nexweşa pençeşêrê Dayika Aştiyê Şukriye Kizildag 12 kesên li Îzmîr û Manîsayê hatin binçavkirin hatin berdan.   Tevî nexweşa pençeşêrê Dayika Aştiyê Şukriye Kizildag a 72 salî 12 kesên di 7'ê Cotmehê de li Îzmîr û Manîsayê bi operasyona hemdemî ya serê sibehê hatin binçavkirin 3 roj şûnde derketin dozgeriyê. Piştî kontrola tendirustiyê kesên hatibûn binçavkirin ji bo îfadeya wan a dozgeriyê biribûn Edliyeya Bayrakliyê û piştî li vir dozgeriya nobedar îfadeya wan girt hatin berdan.    Dayika Aştiyê Şukriye diyar kir ew dema di bin çavan de bûye dermanên wê piştre gihaştine wê û got rewşa wê ya tendirustiyê niha baş e. Şukriyeyê wiha got:"Telefona me jixwe li gel wan heye. Ez dikaribûn biçiyam û min îfade bida. Serê sibehê bi ser malê de girtin, pirtûkên min belav kirin. Alavên min avêtin erdê. Ji me re dibêjin çima hûn bûne endamên EGE-TUHAYDER'ê. Zarokê min girtîye."