Kongreya Star helwesta PDK'ê şermezar kir 2021-10-10 16:32:32     NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Star li dergehê Sêmalka meşek li dar xistin û helwesta PDK'ê şermezar kirin.    Bi hezaran endamên Kongreya Star û endamên Desteya Aborî ji bajar û navçeyên herdu kantonên herêma Cizîrê ber bi konê xwepêşandanê ve herikîn, ku Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê li qada dergehê Sêmalka li dar dixe. Xwepêşandêran helwesta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) şermezar kir û daxwaza radestkirina cenazeyên HPG'yiyan a di kemîna li Xelîfanê de jiyana xwe ji dest dane, kir.    Berdevka Kongreya Star a Rojava Remziyê Mihemed axivî û pesna berxwedana dîrokî kir û got: "Gerîla zarokên gelê Kurdistanê ne û armanca wan ew e ku rûmeta gelan û pêkhateyên herêmê, biparêzin. Konê xwepêşandanê li dergeha Sêmalka dê heta radestkirina cenazeyan dewam bike. Her wiha bang li PDK'ê kir ku li xwe vegere û dev ji dijmantiya xwe li hembrî Tevgera Rizgariya Kurdistanê berde. Em banga mezinkirina têkoşînê dikin."   Çalakiya xwepêşandanê li dergehê Sêmalka dê sibê bi beşdarbûna şêniyên Qamişlo bidome.