Li Şengalê astengî rabûn, dengdayin berdewam dike 2021-10-10 14:29:28     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şengalê li 21 navendên ku bi hinceta 'cîhazên dengdanê naxebiti' dengdayîn sekinîbû, pirsgirêk hate çareserkirin. Li hinek deveran car caran pirsgirêk derbikevin jî, dengdayîn dewam dike.   Ji bo hilbijartina Parlamenta Iraqê, li Şengalê dengdan vê sibehê saetek bi derengî destpê kiribû. Dengdayîna ku piştî saet 08.00’an destpê kir 31 navendan dom kir, lê li 21 navendan dengdayîn bi hinceta pirsgirêkên teknîkî dengdayîn sekinî.   Hate ragihandin ku li navenda Şengalê û komelgehên Borik, Tilezêr û Xanesorê bi giştî li 21 navendan bi hinceta 'cihaza dengdayînê naxebite' dengdayîn sekinîbû.   Li gorî agahiyan, piştî demek dirêj, li piraniya van navendan pirsgirêk hat çareserkirin û dengdayînê destpê kir. Şêniyên Şengalê diherikin ser sindoqan û dengdayîn berdewam dike. Tê gotin ku wê rêjeya dengdayînê zêde bibe.