Qurbaniyên 10'ê Cotmehê hatin bibîranîn 2021-10-10 14:22:33     NAVENDA NÛÇEYAN - Di 6'emîn salvegera Komkujiya 10'ê Cotmehê de li gelek bajaran bernameyên biranînê hatin lidarxistin. Di biranînan de hat diyar kirin ku dê komkjiyê nedin ji bîrkirin û heta edalet pêk bê dê têkoşîna pêkanîna edaletê bidomînin.    Li gelek bajaran salvegera 6'emîn a Komkujiya 10'ê Cotmehê bi bername û çalakiyên cuda hat şermezarkirin û qurbaniyên komkujiyê jî hatin bibîranîn.    Ligel astengiyan li Pirsûsê biranîn    Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, endamên Platforma Ked û Demokrasiyê, xwestin gorên qurbaniyê komkujiya 10'ê Cotmehê Yilmaz Elmascan ziyaret bikin. Lê polisan Parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu û rêveberên HDP'ê yên bajar û navçeyên Rihayê jî di nav de girseya ku xwest derbasî goristana qurbanî li veşartî ne bibe dorpêç kirin û nehiştin ku bikevin goristanê. Di navbera polis û endamên platformê de nîqaş derketin. Polisan, got ku wê destûr nedin "propagandayê" û tenê Parlamenter Surucu û xizmên qurbaniyan dikarin derbasî goristanê bibin. Ayşe Surucu û xizmên qurbaniyan, astengiya polisan şermezar kirin û pankarta ku wêneyên 104 qurbaniyan li serê bû vekirin û bi deriyê goristanê ve kirin. Piştre heyet derbasî gundê Midevê Biçûk ê navçeyê bû û xwest ku qurbaniyên bi navê Başak Sîdar Çevik û Nîlgun Çevîk li ser gorên wan bi bîr bîne. Li vir jî cendirmeyan goristana gund dorpêç kir. Endamên platformê serdana malbatan kirin û bernameya xwe bi dawî kirin.    Li Goristana Gaziyê komkujî hat şermezarkirin    Serdar Ben ê endamê Sendîkaya Karkerên Înşaatê û endama HDP'ê Fatma Esen di  komkujiya 10'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi pêşengiya Platforma 12'ê Adarê li Goristana Gaziya Stenbolê bernameya biranînê hat lidarxistin. Ligel rewşa nebaş a hewayê gelek kes tevlî biranînê bûn. Girseya ku li ber goristanê kombûn bi dirûşmeyan berê xwe dan ser goristana Serdar Ben. Dîsa heman girse bi meşê berê xwedan goristana Fatma Esen. Divê demê de polîsan êriş bir ser girseya ku dimeşiya. Girse bi israr lihemberî êrişan çû ser goristanê û qurnefîlên xwe danîn ser gora Fatmayê. Di bernameya biranînê de axaftvanan diyar kirin ku dê teqes bi berxwedanê aştiyê bînin vî welatî.    Li Goristana Ihlamurkuyuyê 5 qurbanî hatin bi bîr anîn    Rêveber û endamên Rexistina HDP'ê ya Uskudara Stenbolê Azîze Onat, Selîm Ors, Ahmet Katurlu, Cemal Avşar û endamê HDP'ê ya Umraniyeya Stenbolê Vahdettin Ozgan ên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn li Goristana Ihlamurkuyu ya Stenbolê hatin bibîranîn. Bernameya biranînê ji hêla Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê ve hat organîzekirin. Gelek nûnerên saziyên sivîl û welatî tevlî bernameyê bûn. Di bernameyê de xizmên qurbaniyan axivîn û banga pêkanîna edaletê kirin.    Li Îzmîrê bernameya biranînê    Hezên Demokrasî û Kedê, li Gara Alsancak a Konaka Îzmîrê ji bo bîranîna Komkujiya 10'ê cotmehê merasîma vekirina abîdeyê organîzekir. Parlamenterên HDP'ê Serpîl Kemalbay, parlamenterê CHP'ê Kani Beko, Şaredarê Bajarê Mezin a Îzmîrê Tunç Soyer û gelek kes tevlî merasîma vekirinê bûn. Di merasîmê de pankarta “Em 10'ê Cotmehê ji bîr nakin" hat vekirin. Di çalakiyê de axaftvanan bal kişandin ser komkujiyê û gotin kujer diyar in.    Li Edenê daxuyanî hat dayîn    Li ber abîdeya Aştiyê ya li ber Şaredariya Seyhana Edeneyê di saeta ku komkujî pêk hatî de bernameya biranînê hat lidarxistin. Nûnerên sazî û rêxistinên sivîl tevlî bernameya bîranînê bûn. Di bernameyê de hat diyar kirin ku heta ku edalet pêk bê dê têkoşîna xwe bidomînin.    Komkujiya 10'ê Cotmehê li Antalyayê jî hat şermezarkirin   Hêzên Demokrasî û Kedê ya Antalyayê jî bernameya biranînê li dar xist û gelek kes û malbatên ku xizmên xwe di komkujiyê de windakiribûn jî tevlî berameyê bûn. Ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dane qurnefîl hatin danîn.