Platforma Ked û Demokrasiyê: Em Komkujiya 10’ê Cotmehê ji bîr nakin 2021-10-10 14:00:46     AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê bi minasebeta Komkujiya 10’ê Cotmehê li Parka Koşuyolû ya Rêzanê daxuyaniyek da çapemeniyê, di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ji bo ronîkirina komkujiyê dê têkoşîna xwe bidomînin.    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê di salvegera Komkujiya 10'ê Cotmehê yê Gara Enqereyê ku ji aliyê DAIŞ'ê ve di 10'ê Cotmeha 2015'an de hatibû kirin û 104 kesî jiyana xwe ji dest dabûn daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyanî li Parka Koşuyolû ya navçeya Rêzana Amedê pêk hat. Pêkhateyên platformê, partiyên siyasî, parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosun, Semra Guzel û gelek rêxistinên sîvîl tevlî daxuyaniyê bûn. Girse pifdankên spî girtin. Her wiha pankarta "Me ji bîr nekir dê ji bîr nekin" vekirin. Girse gelek caran dirûşmeyên “Şehîd namirin”, "Roj were em ê hesabê bipirsin", “Em ê 10’ê Cotmehê nedin ji bîr kirin” berz kirin. Berdevkê demê ya Platforma Ked û Demokarsiyê Mehmet Ceylan daxuyanî da.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Çawa ku Komkujiya 10’ê Cotmehê nehatiye ronî kirin, Komkujiya 5’ê Hezîranê, Komkujiya Pirsûsê jî û bi vî şiklî gelek komkujî nehatiye ronîkirin. Li ser girtina van komkojiyan rê ji komkujiyan re tê vekirin. Di vê komlujiyê de gelek desten qirêj hene. Divê hûn ji bo vê civakê xwe rexne dayîna xwe bidin. Heya ku ev komkujî neye ronîkirin dê dosyaya 10’ê cotmehê jî neye girtin. Em ê nehêlin bê girtin.   Hevalên me yên ku ji bo aştî, demokrasî, wekhevî û azadiyê jiyana xwe jidest dane mîrateya me ya herî mezin e. Me çawa ku heya roja îro di rêya mîrateya wan de têkoşînan daye em ê ji vir şûnde jî têbikoşin. Em îro di salvegera 6’emîn de hemû hevalên xwe yên de ku di komkujiyê de jiyana xwe jidest dane bibîr tînin.”