Zekiye Kaçan: Bêdengiya ji bo berjewendiyan didome 2021-10-10 11:08:25     Mizgîn Marînos   MEXMÛR - Endama Komîteya Perwerdê ya Mexmûrê û mamoste Zekiye Kaçan, diyar kir ku komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hêj berdewam dike û got: "Em wek penaberên li Mexmûrê bang li hemû sazî û dezgehên mafên mirovan dikin ku li hemberî hemû bêmafiyên li hemberî Rêber Apo û Gelê Kurd bêjin na û êdî bêdengiya xwe bişkênin."    Di salvegera 23'yemîn a komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 2'yemîn salvegera êrişa li hemberî Serêkanî û Girê Spî û 1'emîn salvegera îmzekirina peymana 9'ê Cotmehê ya di navbera Bexda û Hewlêrê ya li dijî Şengalê, duh li her çar parçeyên Kurdistanê bi çalakiyên cuda hat şermezarkirin. Endama Komîteya Perwerdê ya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) û mamoste Zekiye Kaçan derbarê komploya navneteweyî, îmzekirina peymana 9'ê Cotmehê û armanca êrişan a li ser rêveberiyên xweser de axivî.    ‘Bi salane komplo didome'    Zekiye, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser komploya navneteweyî û got: "Di salvegera komploya navnetewî de em carek din dibînin ku di serî de Iraq, Îran, Tirkiye û Sûriye li dijî kurdan ji bo hêzên navneteweyî pêşengtiyê dikin. Kurd li dijî komploya ku ji sala 1999'an heta îro berdewam dike de jî bi rêbazên cuda têkoşîna xwe didomîne. Îro li cîhanê bi milyonan însan Rêber Apo weke rêberê xwe dibîne û weke îradeya xwe ya azad dibîne."   'Ji bo berjewendiyên xwe bêdeng dimînin'   Zekiye, diyar kir ku Gelê Kurd Abdullah Ocalan wek îradeya xwe dibîne û wiha bi lêv kir: "Ji roja ku rêbertî hat dilgirtin heta niha di nava şert û mercên pir giran de dijî. Gelê Kurd Rêber Apo vek îradeya xwe dibîne. Lê ji rêberê xwe tu agahiyê nagirin. Ev ji bo me êşekî mezin e. CPT jî di navê de gelek caran dezgehên ku qaşo xwe weke parêzvanên mafên mirovan didin naskirin, heya niha tu xebatekî ciddî ji bo azadiya fizîkî ya rêberê me ne dane meşandin. Ev bi serê xwe mijarekî qirêj a siyaseta dewletane. Heke ev dezgeh çavên xwe veke dê rastiyê bibîne ku Tirkiye dewletek faşist û qirkere ku li zîndanan kiryarên li dijîmirovî dide meşandin. Ev dezgehên ku qaşo parêzvanên mafên mirovan ji bo parastina berjewendiyên xwe bêdeng dimînin û çavê xwe ji kiryarên dewleta Tirkiyeyê re digirin."    ‘Peymana Bexda û Hewlerê peymanekî qirêj e'    Mamoste Zekiye, li ser hevpeymana di navbera Hewlêr-Bexda ku derbarê Şengalê hatî îmzekirin jî wiha axivî: "Girêdayî 9’ê Cotmehê dagirker, li deverên ku bi rastî jî kurd xwe têde bi rêxistin kirine, xwe pêşxistine û karîne hebûna xwe xwedî derkevin, dikevin nava bazarên qirêj. Cihekî weke Şengalê jî ku piştî fermanê xwe bi rêxistin kir hêza xwe ya parastinê ava kir, di salvegera 9’ê Cotmehê de hevpeymanek qirêj derbarê Şengalê de hat îmzekirin. Armanca vê peymanê dixwazin sîstema xwerêveberiyê ku hatiye rûniştandin têk bibin."   'Xwebirêvebirin alternatîfeke mezin '   Zekiye, diyar kir ku li gorî sîstema hegemon û kapîtalist li ku derê dibe bila bibe rêveberiyekê ku ji aliyê gel ve hatibe avakirin û her tim ji bo wan xeter e û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ji bo wan tu carê ne gengaze ku gel xwe birêvebibe. Her tim xwestine ku bi hişmendiya kapîtalist, civakê birêvebibin û desthilatdariya xwe li ser bidin meşandin. Cihê ku weke Şengalê ku ji 74 fermanan re derbaz bûye û yekem car mafê xwe bi rêxistinkirin pêşxistin û lê peymana ku 9’ê Cotmehê de hatî îmzekirin ne tesadufiye. Ji ber ku ev sîstema ji aliyê Rêbertî ve ji bo gelan hatiye raberkirin ne tenê ji bo Gelê Kurd e, ji bo hemû gelên cîhanê yên bindest ku azadiya xwe dixwazin û ji bo azadiya xwe têdikoşîn alternatîfekî mezin e."    ‘Rêveberiya xweser a Rojava ji bo cîhanê tiştekî nû ye'    Zekiye Kaçan, mînaka rêveberiya xweser a rojavayê Kurdistanê da û got: "Îro em dibînin ku li Rojava Gelê Kurd, Ereb, Suryan, Asurî û Turkmen dibin yek sêwanê de xwebirêxistin kirine, xwe diparêzin û xaka xwe diparêzin. Ev ji bo cîhanê tiştekî nûye û ji bo dewletên dagirker jî xetereyeke mezin e. Ji ber ku dema ku gel hêza xwe bike yek û rêveberiya xwe ava bike wê dewletên hegemon nikarin berjewendî û desthilatdariya xwe li ser gel bidin meşandin."   ‘Li hemberî binpêkirinan êdî bêdeng nemînin'    Endama Komîteya Perwerdê ya Mexmûrê Zekiye, li dijî her cûreyên êrişan a li hemberî Gelê Kurd banga xwe parastinê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em wek penaberên li Mexmûrê bang li hemû sazî û dezgehên mafên mirovan dikin ku li hemberî hemû bêmafiyên li hemberî Gelê Kurd bêjin na û bêdengiya xwe bişkênin. Her wiha girtiyên li zîndanên Tirkiyê ku dibin esaretekî mezin de li ber xwe didin ji bo wan çareseriyekê bibînin. Rêbertiya me ku bi milyonan însan ji bo xwe weke rêber pejirandiye, daxwaz dikin ku weke Nelson Mandela bi awayek fizîkî azad bibe. Ji ber ku êdî dem hatiye ku derê çareseriyê were vekirin û pirsgirêka kurd bi muxatabê wê re were çareser kirin. Gelê Kurd bi tekoşîna xwe ya di cîhanê de îspat kiriye ku bêyî dewletek wan birêvebibe, rêxistina xwe ava bikin û rêveriya xwe saz bikin."