'Di fermana Şengalê de PDK û Hikûmeta Iraqê li ku derê bûn?' 2021-10-10 09:07:09     Hêlîn Asmîn   ŞEHBA - Endama Yekîtiya Êzidiyên Herêma Efrînê Eyşê Sîdo têkildarî zext û dorpêçkirina Hikûmeta Iraqê û PDK'ê ya li ser Şengalê da zanîn çawa di 2014'an de êriş li ser Şengalê hat kirin niha jî tê xwestin heman êriş bên kirin û got:"Hêzên PDK'ê di sala 2014'an de ji Şengalê reviyan û civaka Êzidî bi tenê li hemberî alava terorê ya DAIŞ'ê rû bi rû hişt. Niha jî dixwazin têkevin Şengalê. Di fermana Şengalê de PDK û Hukumeta Iraqê li ku derê bûn?"   Têkildarî êrîşên li dijî Şengalê, zext û dorpêçkirina Hukumeta Iraqê û PDK'ê û li hemberî vê yekê berxwedan jin û şêniyên Şengalê Endama Yekîtiya Êzidiyên Herêma Efrînê Eyşê Sîdo bi lêv kir ku dema DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kir PDK'ê çima Şengal tenê hişt û wiha domand:"Em niha weke civaka êzidî ji kesên Şengal firotin, ji kesên ku bêdeng mane hesabê fermanê dipirsin. Êdî şêniyên Şengalê dibêjin bes em dikarin xwe biparêzin. Xwe bi xwe nûnertiya xwe bikin. Heta niha hinek kesan em bi rê ve birine. Lê êdî em xwedî fikir û rêxistin in. Em dikarin xwe biparêzin."   'Di fermana Şengalê de PDK û Hikûmeta Iraqê li ku derê bûn?'   Eyşê li ser êrîşên PDK'ê yên li ser Şengalê wiha got:''Di  sala 2014'an de, dema fermana Şengalê PDK û Hikûmeta Iraqê li ku derê bûn? Çima Şengal hiştin û çûn? Di sala 2014'an de li Şengalê 12 hezar pêşmerge hebûn. Lê di dema êrîşan de li ber çavên hemû cihanê pêşmergeyan Şengal ji çeteyên  DAIŞ'ê re hiştin. Û Şengal bi fermanê re bû bi rû ma. Bi hezaran jinên Şengalê ketin destên DAIŞ'ê,  li bazaran hatin firotin û bi hezaran heta niha windan e. Bi van êrîşan xwestin koka civaka êzidiyan tune biken. Civaka êzidî di destpêka dîrokê de heta niha bi 74 fermanan re bû bi rû hatiye hiştin. Ev ferman hemû bi destên dewlata osmaniyan hatine pêkanîn. Fermana herî dawî jî bi destên çeteyên tirk pêk hat. Niha ew zarokên ji fermanê derketine Şengalê diparizin. Ji wan zarokan gelek jê dayik û bavê wan li ber çavên wan hatine kuştin. Di fermana herî dawiyê de zarok bê bav, bê dayik, dayik jî bê zarok man. Em weke jinên êzidî û dayikên êzidî, dibêjin bila di destpêkê de hukumeta herêma Başûrê Kurdistanê û Hukumeta Iraqê hesabê vê fermanê bidin.''   'Bi alîkariya şervanê azadiyê, zarokê şengalê, Şengal rizgar kirin'   Eyşê bal kişand ser rewşa Şengalê û wiha berdewam kir:''Ji derveyî şervanê azadiyê kesek xwedî li Şengalê derneket. Bi alîkariya şervanê azadiyê, zarokê Şengalê, Şengal rizgar kirin. Piştre şêniyên Şengalê xwe li ser fikrê netewa demokratîk bi rêxistin kir û di her warî de rêxistina xwe ava kir. Heta niha jî li ser vî fikrî dimeşe. Lê mixabin weke her tim dîsa di sala 2020'î de Peymana 9'ê Cotmehê di navbera Bexda û Hewlêrê de pêk hat. Lê bi berxwedana şêniyên Şengalê û jinên Şengalê ev peyman vala derket. Niha careke din dixwazin bi rêka hilbijartinan bikevin Şengalê. Dîsa jî dixwazin nûnertiya rasteqîn a vîna êzidiyan di hilbijartinan de asteng bikin."   'Jinên Şengalê lîstikên li ser Şengalê vala derxistin'   Eyşê da zanîn pêwîst e hemû êzidî bibin yek û wiha dawî li axaftina xwe anî:''Niha li Şengalê hemû namzet bi rêyeke demokratîk dikarin poropagandaya xwe bikin lê namzetê Şengalê nikare ji derveyî Şengalê derbikeve. Yê li ser navê Şengalê bûye namzet, zarokê Şengalê yê li berxwe daye. Dixwazin bi hinceta hilbijartinan bi hêzên çekdar têkevin Şengalê û sîstema gel bi hêz û îradeya xwe ava kiriye vala derxin. Berê jî Hukumeta Iraqê çend caran xwest êrîşî Şengalê bike, hêzên xwe yên leşkerî derbasî Şengalê bike. Lê berxwedana jinên Şengalê ev lîstikên dewlata Iraqê vala derxist. Niha ez ji dewlata Iraqê dipirsim ji destpêka avabûna Rêveberiya Xweser heta niha çima her tim pêşengên li Şengalê tên hedefgirtin? Dewleta dagirker a tirk her tim bi balafirên xwe êrîşî Şengalê dike û sîvîlan hedef digire. Iraq li hemberê van bêdeng dimîne. Gelo çima dema  zarokê me derbasî  çiyayê azad dibin li pêşiya wan disekine û zarokên me şehîd dixin? Dema kurd derbasî  Kurdistanê bibin sînor çedibê û zarokê me nikarin derbasî axa xwe bibin. Êdî şêniyên Şengalê dibêje bes e em dikarin xwe biparêzin. Xwe bi xwe nûnertiya xwe bikin. Heta niha hinek kesan em bi rê ve birine lê êdî em xwedî fikir û rêxistin in. Em dikarin xwe biparêzin.''