ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2021'Ê 2021-10-10 09:00:00     *Şahida Komkujiya Garê Edge Tetîk da zanîn ku 10’ê cotmehê mîlade û wiha got: “Di jiyana me de tu tişt ne wek 9’ê cotmehê ye. Ger em jibîr bikin wê rê li ber komkujiyên din jî vebe. Piştî 6 salan şûnde jî divê ew qad tije bibe.” BI DÎMEN    *Parêzer Mevlam Melezoglu da zanîn ku gumanbar Tacettîn G. ku li hember zarokê hewldana tecawizê kiribû, divê ne ji sûcê ‘hêsan’ ji sûcê ‘îstîsmara zayendî’ bê darizandin û merciyên edlî lêkolîneke têr nakin. BI DÎMEN    *Endama Yekîtiya Êzidiyên Herêma Efrînê Eyşê Sîdo têkildarî zext û dorpêçkirina Hukumeta Iraqê û PDK'ê ya li ser Şengalê da zanîn çawa di 2014'an de êriş li ser Şengalê hat kirin niha jî tê xwestin heman êriş bên kirin û got:"Hêzên PDK'ê di sala 2014'an de ji Şengalê reviyan û civaka Êzidî bi tenê li hemberî alava terorê ya DAIŞ'ê rû bi rû hişt. Niha jî dixwazin têkevin Şengalê. Di fermana Şengalê de PDK û Hukumeta Iraqê li ku derê bûn?"  BI DÎMEN    *Endama Komîteya Perwerdê ya Mexmûrê û mamoste Zekiye Kaçan, diyar kir ku komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hêj berdewam dike û got: "Bi milyonan kes Abdullah Ocalan wek rêber pejirandiye, daxwaza azadiya wî ya bi fizîkî dikin û ji bo azadiyê jî têdikoşin." BI DÎMEN    *Piştî darbeya leşkerî ya 12'yê Îlona 1980'an îqtîdarên ku hatin bi rêbazeke otorîter şekl dan civakê û bi taybetî jî bi ol, siyaset û birdoziyê kirin amûr. Heta roja me ya îro jî hatin. MEDYA KRITÎK