Jinan, ji bo pêşbirka 'Jinên ciwan li dijî tiryak û fihûşê ne 'xebata afîşê kirin 2021-10-09 21:18:32   AMED - Meclîsa Jinên Ciwanên HDP'yî ji bo pêşbirka "Jinên ciwan li dijî tiryak û fihûşê ne" li navçeyên Amedê yê Sûr, Rezan û Peyasê xebata afîşê kirin.     Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya "Em tiryakê biterikînin, jiyaneke nû ava bikin" de xebatên xwe berdewam dike. Meclîsa Jinên Ciwanên HDP'yî di çarçoveya kampanyayê de pêşbirka "Jinên ciwan li dijî tiryak û fihûşê ne" wê li dar bixin. Endamên meclîsa jinên ciwan li navçeyên Amedê yê Sûr, Rezan û Peyasê xebata afîşê kirin.    Di pêşbirkê de qadên wêne, helbest, çîrok û folklor cih digire. Her wiha hate zanîn ku serlêdana herî dawî ya ji bo pêşbirkê 25'ê cotmehê ye.