Li Girtîgeha Jinê ya Şakranê bi ser qawişan de hat girtin 2021-10-09 15:54:45   ÎZMÎR - Girtiya bi navê Fîgen Şahin a di Girtîgeha Jinê ya Şakranê de tê girtin bi rêya hevdîtina bi telefonê ya bi malbata xwe re da zanîn gef li wan hatiye xwarin, heqaret li wan hatiye kirin û gardiyanan ew birine qawişeke din a dişibe qefesan.   Gardiyanan şeva 7’ê cotmehê bi ser qawişên girtiyên siyasî yên Girtîgeha Şakrana Îzmîrê ya Tîpa T û ya Jinan de girtin. Gardiyanan ji girtiyan re got "ferman ji jor hatiye" û xwestine girtiyên edlî li qawîşên girtiyên siyasî bi cih bikin.    'Em li dijî tundiya gardiyanan derketin'   Girtiyan bi rêya telefonê agahî dan malbatên xwe û diyar kirin ku zext û êrişên li ser wan zêde bûne. Girtiyan destnîşan kir ku gardiyanan dest danîne ser materyalên wan, amûrên wan ên muzîkê û ew jî li dijî tundiya gardiyanan derketine.    Biserdegirtina qawişên Girtîgeha Jinê    Li Girtîgeha Jinan jî sepanek bi heman rengî pêk hat. Jin li dijî zextên gardiyanan derketin. Hat zanîn ku jinên nerazîbûn nîşan dane, wan xistine cihek mîna depoyê ku bêlembe ye.    Di 6'ê Cotmehê de polîs û gardiyanan bi ser qawişa Girtîgeha Jinê ya Şakranê de girtin. Li gor agahiyên girtiyan dan polîsên cilûbergên robokop li xwe kiribûn û gardiyanan gef li girtiyan xwarine û heqaret li wan kiriye.    Ji girtiyan Fîgen Şahin bi hevdîtina bi rêya telefonê ya bi malbata xwe wiha got:"Saet di 22.00'ê şevê de bi hinceta 'em ê vir vala bikin' polîsên cilûbergên robokop li xwe kiribûn bi ser qawişa me de girtin. Alavên me belav kirin. Ji nêvî zêdetir şikandin. Ji bo êrişî me bikin xwestin me tahrîk bikin. Heqaret li me kirin. Cihê em lê bûn vala kirin û me birin cihekî di warê tenduristiyê de ne baş. Xwestin me ji hevdu veqetîkin lê me ev yek qebûl nekir. Em xistin heman cihî lê belê ji bo me hevdu veqetînin tahrîk dikin. Alavên me şikandin û avêtin erdê. Heta saeta serê sibehê 04.00'an jî me alavên xwe paqij kir. Êrişa fîzîkî çênebû lê êrişa derûnî heye. Dikevin nava hewildana komkujiyê. Li qawişa hinda me hevalên me hene. Lê dîsa jî em moralê xwe baş dikin. Ser hewadankê bi têlan girtine û wekî qefesê ye û qemare heye."    Malbatan bang li raya giştî kirin   Xizmên girtiyan anîn ziman ku ew ji ber wan êriş û zextên li zarokên wan tên kirin bi fikar in û ew dixwazin derbarê qewimandinên li girtîgehê agahî bigirin û banga hestiyariyê li rayedar û raya giştî kirin.