Li dijî sansûrê bêjin '#FreedomForOcalanNow!' 2021-10-09 15:15:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Medya Dîjîtal a Kurdistanê li dijî sansurkirina kampanyaya hashtagê gotin: "Em ê dijî sansura hêzên navneteweyî bêjin #FreedomForOcalanNow!"   Kampanyaya hashtagê #FreedomForOcalanNow ku Meclisa Medya Dîjîtal a Kurdistanê da destpêkirin, ji tevahiya cîhanê bi sed hezaran kesan tev lê bûn û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir. Meclisa Medya Dîjîtal a Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku hêzên navneteweyî  li pêşiya kampanyaya #FreedomForOcalanNow gelek astengî derxistine.   Daxuyaniya têkildarî mijarê wiha ye:   "Wek Meclisa Medya Dîjîtal a Kurdistanê me kampanyaya #FreedomForOcalanNow ya bi dirûşma "Azadî ji Abdullah Ocalan re, a niha" da destpêkirin, di nava çend saetan de gelekî gur bû. Piştî kampanyaya me ku li zêdetirî 30 welatan bi hemdemî dest pê kir, di platformên dîjîtal ên wekî Facebook, Instagram û Twitterê de xwe gihand bi milyonan mirovan.  Akademîsyen, nivîskar, siyasetmedar, sendîkavan, parêzvanên mafên mirovan, parlamenter, partiyên siyasî û gelek komên din ên civakî ji bo azadiya rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ketin nava hewldanan.   Eleqeyeke mezin heye    Lê belê em dibînin ku hêzên navneteweyî yên bûn sedema komployê ji bo pêşî li qîrîna gelan a #FreedomForOcalan bigirin, her tiştî dikin. Li gelek welatan, bi taybetî li Tirkiyê daxwaza azadiyê ya ji bo Abdullah Ocalan bi zanebûn naxin rojevên medyaya dîjîtal, hesabên bi hezaran şopîneran tên girtin û sansur dikin. Li Tirkiye, Almanya, Fransa, Swîsre û hema hema li hemû welatên Ewropayê ji têkilî ji gelek rojevên heyî zêdetir bi bi vê tagê re çêbûn, lê bi tunehesibandina wê hewl didin nehêlin ev têkoşîna mafdar bigihêje milyonan mirovan.   Hîle û sansûr ji bo kêmkirina parvekirinan tê kirin    Ji ber vê yekê kampanyaya me ku tenê di Twitterê de 200 hezar caran hatiye parvekirin, li gorî parvekirinên din ên rojeva cîhanê divê di rêza şeşemîn de bûya. Ev ne texmînek e, rastiyek e û bi belgeyên zelal e. Daxwaza azadiyê ya ji bo Abdullah Ocalan mohra xwe li rojeva cîhanê xist. Di heman demê de vê encamê nîşanî tevahiya cîhanê da ku daxwaza azadiyê ya ji bo birêz Ocalan hatiye qebûlkirin, her wiha tirsa ji sed hezaran jî nişan dide ku bi awayekî birêxistinbûyî ji bo azadiyê dikarin tev bigerin. Tevî hemû hîle, sansur û kêmkirina parvekirinan jî kampanyaya me bi ser ketiye.    Li dijî sansurê bêjin #FreedomForOcalanNow!   Wek Meclisa Medya Dîjîtal a Kurdistanê em banga xwe ya li hemû gelan dubare dikin. Bi piştgiriyeke xurttir ji kampanyaya ji bo azadiya Abdullah Ocalan ku dê 3 rojan bidome, em dikarin sansurê bi hev re pûç bikin. Kes nikare li ber hêza birêxistinbûyî ya gelan bisekine. Daxwaza azadiyê ya ji bo Abdullah Ocalan pîvana herî bingehîn a demokrasî û azadiyê ye. Em spasiyên xwe pêşkêşî her kesî dikin ku beşdarî vê kampanya bûne ku kedeke mezin a ji bo azadiyê ye, û bang li wan dikin ku li dijî sansur û qedexeyên heyî yên li dijî nirxên demokratîk bê navber bibêjin #FreedomForOcalanNow!"