TAJÊ: Bi têkoşînê em ê azadiyê mîsoger bikin 2021-10-09 15:12:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi minasebeta 23'yemîn salvegera komploya navneteweyî û 1'emîn salvegera îmzekirina peymana 9'ê Cotmehê ya li hemberî Şengalê TAJÊ, daxuyaniyek da û got: "Bi hêza xwe em ê li hember peymana 9’ê Cotmehê bisekinin, bi têkoşîn û rêxistina xwe em ê azadî û serkeftina civaka xwe mîsoger bikin.”   Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) derbarê salvegera 23'yemîn komploya navneteyeyî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û 1'emîn salvegera îmzekirina peymana 9’ê cotmehê ya di navbera hikûmetên Bexda û Hewlêrê daxuyaniyeke nivîskî weşand.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:    "Em ê bi rêxistin û têkoşîna xwe komployê têk bibin û heta azadiya Rêber Apo ya fizikî mîsoger nekin, em ê nesekinin, her tim li ser piyan û di nav têkoşinê de bin. Rêber Apo li hemberî çand û exlaqê koletiya 5 hezar salan a ji aliyê dewlet û mêrê deshilatxwaz ve li ser jin û civakê hatiye ferzkirin têkoşiya ye.   Em ê têkoşîna xwe bidomînin     Jin û civak bi îrade û rêxistin kiriye. Lewma ji aliyê hêzên komploger yên cîhanî ve hatiye armanckirin. Rêber Apo di Rojhilata Navin de hişmendiya azad û jiyana azad afirand û pêşkêşî jin û gelan kir. Em di şexsê hevalên ku di pêvajoya komploya 9’ê Cotmehê de çalakiyên fedaî kirine û şehîd ketine hemû şehîdên azadiyê bi minetdarî bîr tînin û bejna xwe li hemberî pîrozbûna wan ditewînin. Em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, sond dixwin ku em ê têkoşîna xwe ya ji bo welatek azad û Rêbertiyek azad biser bixin. Bersivdayîna me ji bo Rêber Apo ew e ku em ê careke din nehêlin dijmin li ser axa pîroz a Şengalê bikeve, jin û civaka me kole bike.   Balkêşe ku roja komploya 9’ê Cotmehê li hember Rêber Apo hatiye pêşxistin di navbera Hewlêr, Bexda û Enqerê de peymana 9’ê Cotmehê li dijî Şengalê hate çêkirin. Armanca komploya 9’ê Cotmehê ew bû ku destkeftiyên gelê me yên ku piştî fermanê bi têkoşîn û berxwedana xwe afirandine bên tunekirin.   Bi saya şehîdan li Şengalê jiyan geş bû    Yên çeteyên DAIŞ’ê rêxistinkirin û xwedîkirin bi ser gelê me de şandin dewleta dagirker ya Tirkiyê bû. Cardin yên di dema êrîşên DAIŞ’ê de gelê me bi tenê hişt û di nav lepên çeteyên hovde hiştin pêşmergeyên PDK’ê û artêşa Iraqê bû. Gelê me di nav şertên herî zehmet yên man û nemanê de bi alîkariya şervanên Rêber Apo xwe li ser piyan girt û berxwedaniya xwe kir. Heta gelê me ji fermanê hate rizgar kirin bi sedan şehîd hatin dayîn. Bi xwîna şehîdan. ked û xwêdana gelê me li Şengalê carek din jiyan geş bû û zarokên Êzidxanê dev li ken bû.   Divê PDK lêborînê ji gel bixwaze    Pewîst e hikumeta PDK’ê ji bo ku xwe ji vê rureşiya dîrokî xilas bike, lêborîn ji gelê me bixwaze û li pêşiya azadiya gelê me astengiyan ava neke. Lê li şuna vê heta niha jî tişta PDK dike xiyanete û dixwaze bi zordariyê axa Şengalê dagir bike. Em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî dibêjin em ê axa Şengalê bi destê PDK’ê ve bernedin û bi hemû hêza xwe li hember peymana 9’ê Cotmehê bisekinin, bi têkoşîn û rêxistina xwe em ê azadî û serkeftina civaka xwe mîsoger bikin.”