'Civaka êzdîxanê bi berxwedana xwe peymana 9'ê Cotmehê vala derxist' 2021-10-09 09:02:42   Medya Uren   MÊRDÎN - Rojnamevan Rojbîn Denîz têkildarî serdegirtina PKD'ê a li ser Şengalê nirxandin kir. Rojbînê diyar kir êşa PDK'ê ji ber serneketina peymana 9'ê Cotmehê ye û wiha got:" Nêzîkatiya PDK'ê ya bi vî rengî weke berdewamiya fermana 74'an e. Civaka êzdîxanê jî bi berxwedana xwe peymana 9'ê Cotmehê vala derxist. Niha jî êşa PDK'ê serneketina peymanê ye."   PDK'ê bi daxwaza serdegirtina Şengalê di 2'yê Cotmehê de bi hêzek mezin re hat deriyê sînor ê Şengalê. PDK'yîyên ku bi hinceta propagandaya hilbijartinê xwestin têkevin Şengalê li ser berteka gel paşde gav avêtin. Rojnamevana Şengalê Rojbîn Denîz têkildarî xwesteka PDK'ê ya ketina Şengalê û êrişên wê bi ajansa me JINNEWS'ê re nirxandinên xwe parve kir.   'Xwediyê rêveberiyek demokratîk û pirreng e'   Rojbîna ku geşedanên li Şengalê ragihand bal kişand ser awayê rêveberiya Şengalê û wiha got:"Şengal piştî komkujiyê şûnde di warê leşkerî, aborî, siyasî, civakî û rêxistinî de pêl bi pêl hat ser hemdê xwe. Jixwe rêveberiya ku niha li Şengalê tê meşandin rêveberiya xweser e. Girêdayî vê rêveberiyê jî sazî û dezgeh hene. Meclîsên gel  hene, di bin hîmaya wê de hêzên parastinê û asayîş hene. Di heman demê de jî xwedî rêveberiyek a demokrat e ku di bin sîwana xwe de gelek olên din û civakên din ên weke ereb, turkmen û kesên enternasyonel di nava xwe de dihewîne. Ev kes di nava rêveberiyê û parastinê de jî cih digirin. Ya ku êzdîxanê xweşik dike jî ev rêveberî û rengê wê ye. Xwediyê rêveberiyek demokratîk û pirreng e."   'Berxwedana Şengalê deng dide'   Rojbînê da zanîn Şengala ku bi fermanan û komkujiya jinan re di cîhanê de hat naskirin îro bi rêveberiya xwe û berxwedana xwe re tê naskirin. Rojbînê bi lêv kir êdî welatiyên ku koçer bûne vedigerin Şengalê û wiha berdewam kir:"Dema DAÎŞ'ê êriş kiribû kevir li ser kevir nehiştibû, navçe û gundên wê bi temamî xira kiribû. Niha hêdî hêdî teşeyek digire. Bi ser xwe ve tê. Bi vegera Şengalê re bêhtir biserxwehatinek û germahiyek çêbû. Heta niha jî bi qasî 170 hezar welatî vegeriyan Şengalê. Her ku diçe ev veger zêde dibe. Kesên vedigerin jî bi taybetî di çiyan de di herêmên Çilmêra, sînorê Dîgorê, Qendîl û Gabarê bi cih dibin. Bawer dikin ku çiya wan parastiye."   'Êdî di qada siyasî de êzidî berdevkên xwe diyar dike'   Rojbînê da zanîn li Şengalê êdî êzdî xwe bi rê ve dibin û wiha got:"Êdî di qada siyasî û parlamentoyê de êzidî berdevkên xwe diyar dike. Ji bo temsîliyeta rêveberiya xweser çêbibe hewildanên mezin hene. Xebatên wan ên di vî alî de jî di asta herî bilind de ne. Ji sedî 80 şêniyên Şengalê li gel Partiya Azadî û Demokrasiyê (PAD) cih digirin. Kesên ku ne li gel in jî vekirî dibêjin em êdî dengê xwe nadin PDK'ê. Ev atmosfera heyî jî encamên vê berxwedanê ne. Êdî civaka êzdîxanê bêhtir cejnên xwe, rojên xwe yên pîroz û çûyîn hatinên xwe dikin. Gundiyên vir dibêjin berê PDK'ê destûr nedida em bi serbestî derkevin. Ji derveyî astengiyên ku dikirin jî di dema fermanê de, dema ku Şengal di nav komkujiyê de hiştin û reviyan ji bîra gel neçûye. Jixwe hemû kurd bûn şahidê wan dîmenên ku îxaneta wan raxist ber çavan. Di aliyê siyasî, aborî û civakî de jî di nava kurdan de îtibara xwe winda kir. Êdî baweriyek li hemberî wê nema. Ji ber vê sedemê jî li hemberî êzîdiyan hêrseke wan heye. Hemû hewildanên PDK'ê jî ew in ku xwe di nava Şengalê de bi cih bikin û tola xwe hilgirin. Ev demek dirêj e jî bi Tirkiyeyê re sîyaseta xwe li ser vî hîmî dide meşandin."   'Çima hûn di fermanê de nemirin?'   Rojbînê bi lêv kir ku PDK'ê bi hevkariya hikumeta AKP û MHP'ê êrişî Şengalê dike. Di serî de li Xanesorê, li aliyê Başûrê Şengalê xwe bi cih kirin. Ji ber ku cihekî stratejîk ê aliyê çiyayî û serdeştî ye. Piştre jî li aliyê Zaxoyê xeta Rabia re hatin êriş kirin. Di wê êrişê de 11 kesên ku di navbera wan nûçegihan Nujiyan Erhan, şervanên YBŞ'ê û hêzên parastina Şengalê jî cih digirtin şehît xistin. Di van aliyên çiya de car din PDK'ê jiyana gundiyan xist nava zehmetê. Gef, serdestî û êriş pêk dianîn. Weke beriya fermanê êdî wan bi awayekî serbest nikaribûn çûyîn û hatinê bikin, rojên xwe yên pîroz pêşwazî bikin û şînên xwe deynin. Di nava çiya de diçûn û dihatin. Gelek Şengaliyan jî ragihandin ku zextên PDK'ê her ku diçe giran dibe. Heta gotinên weke 'Çima hûn di fermanê de nemirin?' hatine kirin."   'Referandûm planek PDK'ê bû'   Rojbînê diyar kir ku referandûma bi pêşengiya mala Barzanî ku piştî wan êrişên li Xanesorê pêk hatine weke planeke li dijî destkeftiyên kurdan bû. Encamên wê jî gelekî giran bûn. Kerkuk û ew xeta dikeve nav madeya 140'î ya ku di şerê li dijî DAÎŞ'ê de hat girtin bi referandûmê re dubare ji destên kurdan hat girtin. Têkoşînek nehat dayîn ji ber ku PDK'ê bi Haşdî Şabî, hêzên derve û Tirkiyeyê re tifaq çêkiribû. Ev xet jixwe dabûn Haşdî Şabî. Bi gotina Kurdistanek serbixwe re bi hestên gel lîstin û li aliyê din jî îxanet kirin. Dema Kerkuk berdan çekên xwe hiştin û reviyan. Gel vê weke reva wan a duyem jî bi nav dike. Reva wan zêde me aciz nekir ji be ku wan aramiyek nedida gel."   'Dixwazin dewamiya komkujiyê bînin'   Rojbînê di berdewamiya axaftina xwe de qala peymana 9'ê Cotmehê kir û wiha got:"Di bin çavdêriya NY'ê, hêzên derve û Tirkiyeyê de peyama 9'ê Cotmehê di navbera hikumeta PDK û Bexdayê de pêk hat îmzekirin. Di eslê xwe de ev ji bo êrişên li ser Şengalê belgeyek qanûnî bû. Xwestekên xwe dixwazin bi rêya qanûnî li ser gelê Şengalê bidin ferzkirin û ji ber wê jî peyman îmze kirin. Bi vî rengî gotin em xweseriya Şengalê û parastina wê nas nakin. Ji roja ku tifaqa êzdîxanê pêk hatiye ev êriş û şopandina Şengalê kêm nebûye. Her roj balafir li ser digerin. Bi her awayî zextên wan kêm nabin. Gel jî vê nêzîkatiya wan weke berdewamiya komkujiyê pênase dike. Dibêjin ew dixwazin yên mane jî qetil bikin. Lê divê em qala berxwedana gel jî bikin. Bê guman berxwedana ji aliyê civaka êzidî ve hatiye dayîn bi hêz bû. Bi berxwedana xwe re tifaq vala derxistin. Vê serîrakirina gel hikumeta PDK'ê û hêza Kazimî jî bi hêrs kir. Bi hêrsa serneketina tifaqê re jî êrişên xwe mezin dikin."   'Ji ber tifaq bi ser neket loma dixwazin tolê hilgirin'   Rojbînê da zanîn PDK niha jî bi hinceta hilbijartina di 10'ê Cotmehê de pêk tê dixwaze hêza xwe bixe Şengalê. Rojbînê da zanîn ev hewildana wê jî girêdayî tifaqa 9'ê Cotmehê ye û wiha berdewam kir:"Nêzîkatiya PDK'ê di serî de jî em dikarin bi vî rengî binirxînin. Ji bo serkeftina xwe her tiştê ku ne dadî û karê mirovatiyê ye dikin. Ji xwe re her tiştî mubah dibînin. Beriya fermanê navê pêşmergeyên ku di Iraqê de ne Lîvaya 17 bûn û fermandarê wê jî Aştî Koçer bû. Dema tu ji gelê vir dipirsî ka Lîvaya 17 çawa bû, wê herkes bi tirs û hêrs bersivê bide. Ji ber ku gelek ciwanên me bi destên wan hatin revandin û qetilkirin. Ev yek hemû jî bi destên Aştî Koçer hate kirin. Niha jî PDK dixwaze bi heman hêza Lîvaya 17 re bi Aştî Koçer re bikeve Şengalê. Ango ew vê peyamê dide me, dibêjin beriya fermanê Şengal bi kîjan sîstemê dihatin meşandin em ê niha jî wisa bidin meşandin. Ji ber tifaq bi ser neket loma dixwazin tolê hilgirin."   'Civaka êzdîxanê bi berxwedana xwe peymana 9'ê Cotmehê vala derxist'    Rojbînê bi lêv kir ku li beramberî vê hatina PDK'ê herî zêde jin û dayikên êzdîxanê bertek nîşan dan. Rojbînê diyar kir ji ber ku herî zêde jinan ji destên wan kişandin û niha jî gelek bi hêrs in. Rojbînê wiha gotina xwe domand:"Heta gelek dayik dixwazin ku Aştî Koçer bikeve destên wan. Ew dizanin û dibêjin ewqas jinên di fermanê de hatine qetilkirin bi saya Aştî Koçer hatine qetilkirin. Ev bi îxaneta wan pêk hat û niha jî dixwazin bikevin hundirê Şengalê. Jinên Şengalê dibêjin heta ku em sax in em ê destûrê nedin ku ew li ser axa Şengalê serbest bigerin. Dayik û jinên êzidî bi xwe dixwazin ku li hemberî wan rabin û tola xwe hilgirin. Me di serî de jî diyar kir ku PDK ji ber atmosfera hilbijartinê ya ku dixwazin namzetê xwe hilbijêrin jî êriş dike. Ev dijminahiyek gelek kûr e ku civaka êzidî jî li hemberî wê di nava berxwedanê ye. Civaka êzdîxanê bi berxwedana xwe peymana 9'ê Cotmehê vala derxist."