ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2021'Ê 2021-10-09 09:00:00   *Jinên ji bajarê Serêkaniyê û Girê Sipî ku ji ber êrişên dewleta tirk mecbûr man koçî Kampa Newrozê ya bajarê Dêrikê bikin êş, berxwedan û tekoşîna xwe vegotin. Jinan dan zanîn berxwedana wan didome û wiha gotin:"Dewleta tirk û hevkarên wê bi xiyanet û planên qirêj axa me dagir kirin. Lê belê berxwedana me wê heta vegera bajarê me dewam bike." DÎMEN HEYE   *Rojnamevan Rojbîn Denîz têkildarî serdegirtina PKD'ê a li ser Şengalê nirxandin kir. Rojbînê diyar kir êşa PDK'ê ji ber serneketina peymana 9'ê Cotmehê ye û wiha got:" Nêzîkatiya PDK'ê ya bi vî rengî weke berdewamiya fermana 74'an e. Civaka êzdîxanê jî bi berxwedana xwe peymana 9'ê Cotmehê vala derxist. Niha jî êşa PDK'ê serneketina peymanê ye." DÎMEN HEYE   *Elîf Ozdemîr ya di komkujiya Garê de bi keça xwe Ozgecan Zavar re giran birîndar bû wiha got: “Sedema pêkanîna mîtîngê wehevî bû. Hesta herî xweş a cîhanê aştiye. Di aştiyê de, hezkirin, azadî, empatî û feraset heye. Gelek tiştî di hewîne.” BI DÎMEN    *Jinên ku di salên 80 û 90’î de ji gundê xwe hatine koçberkirin û gundê wan şewitandine ku destûrê nadin careke din vegrin gotin: “Li tu derê mînaka vê tune ye. Daxwaz û xeyala me ew e ku em rojekê vegerin gundê xwe û em dixwazin ku qedexeya li ser gûndê me bê bidawîkirin." DÎMEN HEYE   *Ji DAD’ê Nergîz Guzel balkişand ser rexneyên wekê ku HDP’ê di deklerasyonê de cih nedaye Elewiyan û got daxwazên HDP û Elewiyan wek hevin û dikare deklerasyon bê berfirehkirin. DÎMEN HEYE   *Li Girtîgeha Jinê ya Şakranê gardiyan û polîsan bi ser qawişa girtiyan de girtin û qawişa wan guhertin. Diya girtiya siyasî Cîhan Asî, Rabia Asî got nêzîkatiya hatiye kirin tecrîd e û ew ji tendirustiya girtiyan bi guman e. DÎMEN HEYE   *Parêzerê gumanbarê tecawizê Mûsa Orhan der barê Ezgî Mola û Farah Zeynep Abdullah de serlêdana sûc kiribûn û daxwaza cezayê pere kiribûn. Hunermendan bertek nîşan an û gotin: “Gumanbar bi qanûnan tên parstin. Ev welat cihê ku Mûsa Orhan temsîl dike, diparêze. Feraseta edeletê ya vî welatî ev e. Jin wê tu car bêdeng nemînin.”   * Seroka Koma Xebata Jinan a Muglayê ya TMMOB’ê Elîf Aytaç diyar kir ku jinên TMMOB’ê li Muglayê der barê pirsgirêkên jinan de ne xwedî rêxistineke baş in û got xebatan didomînin. DÎMEN HEYE   *Jinên Mehmûdiyê (Saray) ya Wanê bertek nişanê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan û gotin: “Em azadiya Rêberê xwe dixwazin.” DÎMEN HEYE   *Leyla Aydemîr ku winda bibû 18 roj şûnde cenazeyê wê hatibû dîtin. 7 gumanbarên dihatin darizandin berat kirin û bertekên li dijî vê didomin. Jinan bertek nîşan dan û gotin: “Ruyê rast ê darazê carek din derket holê. Heta gumanbar ceza negirin em ê têkoşîna xwe li qadan bilind bikin.” BI DÎMEN