Malbata Elîf Ersoy a di greva birçîbûnê de ye daxwaza sewqê kir 2021-10-08 15:53:24   STENBOL - Malbata Elîf Ersoy a li Girtîgeha Jinan a Bunyanê ya Qeyseriyê girtî ye û ev 28 roj in di greva birçîbûnê de ye ji bo Elîfê ji hucreyê bê derxistin û daxwaza wê ya sewqê bê cih li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê da.   Malbata Berpirsa Karên Nivîsê ya Kovara Yuruyuşê Elîf Ersoy ku li Girtîgeha Jinan a Bunyanê ya Qeyseriyê girtî ye û 28 roj in di greva birçîbûnê de ye, li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Stenbolê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankartên "Bila daxwaza Elîf Ersoy bê qebûlkirin" û "Greva birçîbûnê di roja 28'emîn de ye" hatin vekirin. Di daxuyaniyê de Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Mehmet Acettîn, diyar kir ku ji ber Elîfê berpirsê weşanê ye 9 sal ceza lê hatiye birîn. Mehmet, destnîşan kir ku Elîfê di hucreya yekkesî de tê ragirtin û ji bo şermezarkirina vê rewşê ketiye greva birçîbûnê.    Birayê Elîfê, Diyar Ersoy, bi lêv kir ku xwişka wî ji bo daxwaza wê yên sewqkirinê bên qebûlkirin ketiye greva birçîbûnê û wiha got: "Em bi fikar in. Em ji rewşa wê ya dawî ne agahdar in. Em daxwaza edaletê, sewqkirinê dikin. Hevalê Diyar, Gokhan Ûzûn jî bang li rayedaran kir ku bikevin nava tevgerê û greva birçîbûnê bê bidawîkirin û daxwazên Elîfê bên qetbûlkirin.