Namzeta Kerkûkê Şîrîn Ebdula: Bawerî bi propagandayên derew neynin 2021-10-08 15:33:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Namzeta serbixwe ya Kerkûkê Şîrîn Ebdula îdiayên weke ‘Şîrîn Ebdula xwe ji hilbijartinê kêşandiye’ derewand û got: “Bawerî bi wan gotinan neynin, her kes bila biçe ser sindoqan û dengê xwe karbîne.”   Hilbijartinên pêşwext yên parlamentoya Iraqê wê di 10’ê Cotmehê de pêk bê. Îro li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê dengdana taybet destpêkiriye. Dengdana taybet wê heya saet 18:00’an dewam bike.   Şîrîn Ebdula namzeta hejmara 33'yan a Herêma 1'em a Kerkûkê ye. Şîrîn li ser îdiayên ku dibêjin "Şîrîn Ebula xwe ji namzetiya hilbijartinê kişandiye" dîmenek parvekir û got: "Ev gote gote ji rastiyê dûr in û bê bingeh in. Hêvîdarim ti kes bawerî bi van gotinan neyne. Ez namzetim û karê min bi biryardarî dewam dike."   Şîrîn îdiayan weke nîşana serkeftina xwe bi nav dike û bang li hemû kesê dike da ku biçin ser sindoqan, dengê xwe bikarbînin. Şîrîn da zanîn divê xelk dengê xwe bide kesên layiqê wan.