23'yemîn salvegera komploya navneteweyî 2021-10-08 09:06:04     NAVENDA NÛÇEYAN - Komploya navneteweyî di 23'yemîn salvegera xwe de ye û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê, modernîteya kapîtalîst serobino dike.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê cotmeha 1998’an de bi komployeke navneteweyî ji Sûriyeyê hat derxistin û di 15’ê Sibata 1999’an de teslîmê Tirkiyeyê hat kirin. Di navberê de 22 sal derbas bû û Abdullah Ocalan di bin tecrîda giran de tê girtin. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 22 salan de di serî de Rojhilata Navîn, der barê geşedanên di siyaseta cîhanê de tê jiyîn nirxandinan dike û roj bi roj tespîtên wî rojevbûna xwe diparêze.   Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de ji Seferatxaneya Mezin a Kenyayê ya Yewnanîstanê hat revandin û radestê Tirkiyeyê hat kirin. Bi vê re asta ewil a komployê ket jiyanê.  Di 2003’yan de parastina xwe ya nivîskî pêşkêşî Dadgeha Cezayê Giran a Atînayê kir û di parastina xwe de sedema ku çima rastî komployê hatiye, rola aktorên navneteweyî ya di komployê de vegotibû. Bi pêşengiya DYA û Israîlê, ji 40’î zêdetir dewlet û rêxistinên îstîxbaratê di komployê de cih girtibûn, pêvajoya komployê bi zexta li ser serokdewletê Suriyeyê Hafiz Esad, bi awayekî fîîlî kiribûn dewrê. Bi zexta mijara gotinê Abdullah Ocalan di 9’ê cotmeha 1998’an ji Sûriyeyê derket.   Bi komployê re hêzên navneteweyî di şexsê Abdullah Ocalan de li çar parçeyî li hember kurdan polîtîkaya tasfiyeyê pêngav bi pêngav xistin jiyanê. Abdullah Ocalan ku komplo wek destpêka 3’yemîn şerê cîhanê îfade kir, li Girtîgeha Îmraliyê ku ji bo wî hatibû dîzaynkirin jî di bin tecrîdê de komplo vala derxist. Li Îmraliyê tecrîd roj bi roj hat girankirin, lê wî paradîgma Modernîta Demokratîk pêş xist. Li dijî paradîgmayê ji her çar alî êrîş tên domandin.   ‘Em kirin hedefa komployê’   Abdullah Ocalan di parastina xwe ya wek ‘Ji bo dadger û endamên jurî yê Dadgeha Sondxwarî ya Tevlihev a Atînayê û Parastina Atîna’ de diyar kir ku hêzên hegomon ya pergala kapîtalîst DYA û Îngilîstan ku dixwaze bibe serdestê dewlemendiyên Rojhilata Navîn, ji paşerojê heta îro  rêbaza tasfiyeyê pêk tîne û wiha got: “Me ji destpêkê de di xeta xwe ya azadî, serbixwe  ya ji bo gelan israr kir. Ji ber vê jî em bûn hedefa polîtîkaya tasfiye û komployê.”   ‘Ez xwedî xetê me’   Abdullah Ocalan got ‘Dema li Şamê bûm, îngîlîstan û DYA’yê sefir şandin û gotibûn li gorî polîtîka Rojhilata Navîn tev bigerin an jî hûn ê bên tasfiyekirin’ û wiha got: “Min pêşniyara wan a hevkariyê red kir. Min got ez dest ji xeta azadîxwaz û serbixwebûnê bernadim. Piştre Talabanî hat û got ‘Ocalan te çi kir, te serê xwe kir belayê’. Got biryara xwe ji ber çavan derbas bike û hewl da ez bi wan re bikevim hevkariyê. Lê min red kir. Ez xwedî rêgez im, ez xwediyê xetekê me. Ji ber vê biryara tasfiyeya min dan. Wan bi tasfiyeya min digotin wê PKK bê kes bimîne û belav bibe.”   Di 1998’an de gihişt lûtkeyê   Abdullah Ocalan diyar kir biryara tasfiyeyê beriya 1998’an hatiye girtin û ev biryar ji aliyê DYA-Israîl û Îngîlîstanê ve hatiye girtin û ev tişt daxuyand:”Ji ber derqanûnî bû bi destên NATO Gladyo pêngav bi pêngav pêk anîn. Operasyonên Gladyo yên wek vê di heman demê de, operasyonên ku Tirkiyeyê zêdetir girêdayê xwe bikin bû. Dîsa di 9’ê Nîsana 1996’an de serokê Yewnanîstanê Kostas Sîmîtîs û serokê DYA’yê Bîll Clînton de li Qesra Spî hevdîtinek veşarî kirin. Der barê min de bazar dikin. Min li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê nêzî 20 salan derbas kiribû. Min gelek xebat û hevdîtin kiribûn. Geşedanên dîrokî derketin holê. Lê DYA-NOTO-Israîl û Tirkiyeyê Sûriye dagir kiribûn û di 9’ê cotmeha 1998’an de giştibû lûtkeyê.”   DYA’yê pêşengî kir   Abdullah Ocalan di 10’ê Gulana 1999’an di hevdîtina bi parêzeran re bal kişandibû ser rola dewletên di komployê de cih girtine û da zanîn ku DYA’yê ji komployê re pêşengî kiriye û wê rojê daketina hemû welatên Ewropayê hatiye qedexekirin û got der barê wî de di asta NATO'yê de jî biryar heye.   Armanca Yewnanîstanê   Abdullah Ocalan daxuyakirin ku Yewnanîstan di vê pêvajoyê de ji bo ku xwe paqij derbixe, xwe bi zor derxistiye derve û xwestiye li Tirkiyeyê bide û wiha gotibû: “Armanca wan Pevçûna Kurd-Tirk derxin ev jî nebe min bikin mijara bazarê. Bi vê xwestin Tirkiyeyê bikin nava komployê. Ji bo vê komployê xera bikim xebitîm. Hem Moskovayê hem Atînayê nehişt ez biçim Kurdistanê. Ji ber îxanet bû nedixwestin min berdin. Îxanet, manîpulasyon, sextekarî, hêz, her tişt hebû. Di şexsê min de dixwestin gelekî tune bikin.”   40 nokteyên dijhiqûqî hene   Abdullah Ocalan her wiha destnîşan dike ku divê rastiya komployê derkeve holê û wiha dibêje: “40 nokteyên dijhiqûqî hene. Her yek herî kêm salekê didome. Divê ji kurahî bê lêkolînkirin. Lîstika Rûsyayê heye. Ya Yewnanîstanê heye. Daxwaznameya min daye wan heye. Wan qebûl kir sefîrê Yewnanî ligel min bisitire.  Piştre çi kirin? Lîstika mezin heye. Hûn dikarin ji Îtalyayê agahî bixwazin. Divê rastî derkevin holê. Rûyê D’Allema jî derket holê. Em ji Îtalyayê hatine revandin. Niha di nav fikaran de ye. Divê DMME vê lîstika mezin derxe holê. Bila wê balafirê bipirsin. Balafirek kaçax e.”   ‘Kurdbûnek xwe dispêre Ewropayê dixwestin’   Abdullah Ocalan di 7’ê cotmeha 1999’an de der barê hedefgirtina mijara azadiya kurd de bal kişand ser gotinên serokwezîrê demî yê Yewnanistanê Sîmîtîs ‘ji bilî Apo lîderên kurd hene. Tenê Apo ne lîderê kurd e’ û wiha got: “Di vê lîstikê de DYA, Yewnanîstan û London jî heye. Kemal Burkay jî heye. Piştî Înfaza min, dixwestin kurdbûnek xwe dispêre Ewropayê bê pêşxistin. Her tişt jî amade bû. Lîderekî kurd yê destbixwîn wê biditina. Ez dixwazim hûn bala xwe bidin vê: Ev li ser xwînê pêkanîna polîtîkayê ye. Wê ez îmha bikirama. Wê bi kurdê alîgirê şîdetê re kar bikirana. Nokteya esas a îxanetê ev e. Ji bo Tirkiye jî vê fêm bike çi ji destên min hat min kir. Lê têr nehat fêmkirin.”   ‘Îmralî encamek e’   Abdullah Ocalan di heman hevdîtinê de diyar dike ku koplo li Tirkiyeyê jî hatiye kirin û bi dîrokê nikare bê lîstin û wiha dirêjî dayê: “Min rewşeke gelek tarî dît. Min got divê teqez bê ronîkirin û min biryara jiyanê da.” Abdullah Ocalan di hevdîtina 2001’ê de jî vê tespîtê dike: “Pêvajoya revandina min gelek girîng e. Îmralî encam e. Di alî Tirkiyeyê de jî girîng e. Welatên Rojava senaryo nivîsîn. Aktor Rojava ye. Rola gardiyanî û înfazê dan Tirkiyeyê. Yewnanîstan dibêje ‘Apo wê di nîvê rê de bimre’, wê tebance sefîr bida min. Ev hemû belge ne.” Abdullah Ocalan balê dikşîne ser rola hiqûqa navneteweyî û wiha bi lêv kir: “Hiqûqa wan çi dibêje neçar in wê bikin. Berovajî vê dîrok efû nake. Niha weke ku rastî nû nû dertên holê. Yewnanîstanê ez teslîm kirim, ez difikirim gelo girêdayê Qibrisê ye.”   ‘Divê seferberiyek demokratîk bê kirin’   Abdullah Ocalan di hevdîtina 16’ê Gulana 2001’ê de diyar dike ku Ewropayê ne hiqûq, komplo lê ferz kiriye û niha ne mahkumê Tirkiyeyê yê koployê ye û wiha berdewam dike: “Koplo bimeşe wê çi bibe? Ev tê wateya mirina bi dehezaran kesî. J bo ev nebe divê her kes xwedî li pêvajoya qanûnî ya demokratîk derkeve. Divê seferberiya demokratîk pêk bê. Ez ne nemir im, dibe sibehê du sibehê bimirim. Ji ber min divê tiştek bi kesî neyê. Divê dilopek xwîn nerije. Divê ne polîs, ne yên çiyê ne yên kolanê, nemirin. Divê pêvajoya demokratîk a qanûnî heta dawî bê bikaranîn. Ev pêk neyê, berpirs ne ez im.”   ‘Min bi jiyankirinê komplo vala derxist’   Abdullah Ocalan her wiha tîne ziman ku mirina wî hatibû plankirin û bi vê qedandina kurdan dihat armanckirin û wiha berdewam dike: “Niha baş tê fêmkirim. Helwesta min jî baş bû. An jî wê deh hezar kes bimirina. Komplo li ser mirina min hatibû avakirin. Min bi jiyankirinê komplo vala derxist.”