ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2021'Ê 2021-10-08 09:00:00     *Jinên li Gundê Zonê yê Mêrdînê yên ji bo debara xwe bikin gwîzan diçînin û çandiniyê dikin dibêjin ew gundî têra xwe hene, lê ji ber zema dewlet dike, qeyrana aborî ew di nava tengasiyê de ne, her wiha nikarin îdara xwe bikin. DÎMEN HEYE   * "Di serkeftina têkoşîna azadiya jinê de, hat tespît kirin ku teqez rola zanistê heye û hîmên vê zanistê xwe hene. Me jinan hewce bi zanistê didît. Pêngavên me diavêtin jî heqîqet, ev jî jiyan bixwe bû. Têgeha jineolojiyê yekem car ji aliyê Abdullah Ocalan ve hat bikaranîn û bi vê re di gelek qadên jiyan û civakê de agahiyên jinan veşarî bûn. Van agahiyan têkiliya zanistê bi jiyanê re îfade dikir û jineolojî çavkaniyeke dewlemend bû." NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   *Gola Wanê ji ber qeyrana avhewa, hişkesalî, bermahiyan, HES û bendavan ket rewşeke xetere. Cigira serokatiya ÇEV-DER’ê Arzu Dînçer der barê rewşê de axivî û got ev karaseteke û di rewşa tedbîrek neyên girtin de wê bi dehan cureyên endemîk tune bibin. BI DÎMEN    *Li navçeya Yenîşehîr a Amedê li taxa Fîskaya, taxên Dîcle û Ferîtkoşk wek qadên bi rîsk hatibûn îlankirin û piştre biryara hilweşînê hatibû girtin. Gel bertek nîşanê rewşê dide. Jinan diyar kirin ku ew hilweşînê naxwazin û wê ji malên xwe dernekevin. DÎMEN HEYE   *Komploya navneteweyî di 23'yemîn salvegera xwe de ye û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê, modernîteya kapîtalîst serobino dike.   *Jinên siyasetmedar ên bertek nîşanî binçavkirinên li Îzmîr û Manîsayê dan wiha gotin:"Armanc ew e ku dengê girtiyên li girtîgehan neyên bihîstin." DÎMEN HEYE