Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li Stenbolê semîner li dar xist 2021-10-07 12:46:24   STENBOL - Meclîsa Ciwanan a HDP'ê di çarçoveya kampanyaya "Em girêdanê têk bibin û jiyana nû ava bikin" têkildarî bikaranîna hişbirê semîner li dar xist.    Meclîsa Ciwanan û Koordinasyona Jinên Ciwan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya "Em girêdanê têk bibin û jiyana nû ava bikin" têkildarî bikaranîna hişbirê semîner li dar xist. Li cihê semînerê pankarta "Em girêdanê têk bibin û jiyana nû ava bikin" hat daliqandin. Ji xeynî Stenbolê ji Amed, Kocaeli, Îzmîr û Wanê jî gelek ciwan beşdarî semînera li Rêxistina HDP'ê hat lidarxistin bûn. Derûnas Evîndar Karabulut li dijî bikaranîna hişbirê agahî da.    'Bikaranîna hişbirê ya ciwanan bêtir e'   Evindarê diyar kir ku girêdan ne tenê ya madeyê ye di heman demê de girêdana zayendîtiyê, qumar, dan û stendin, kompiturê jî heye û wiha got:"Di girêdanê de hêmanên xizanî û toleransê hene. Ji demekê şûnde ger hûn nikaribin li dijî girêdanê bisekinin ev tolerans e. Di mijara girêdanê de piştgirî ji alîkariyê heye. Di heman demê de girêdan dibe sedema pirsgirêkên fîzyolojîk û derûnî jî. Bikaranîna hişbirê ya ciwanan û kesên xizan bêtir e. Penaber jî di sektora hişbirê de cih digirin û sedema ê yekê jî ji ber kar nabînin."   Bi pirsên ciwanan semîner bi dawî bû.