ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2021'Ê 2021-10-07 09:00:00     *Guler Bugday ku jiyana xwe da ser aştiyê di 1993’yan de kurê wê yê PKK’yî di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû. Gulerê bi gotinên ‘tiliyek kurê min be jî ez ê bibim Amedê’ û dest bi têkoşîna xwe kir. Gulerê niha di Însiyatîfa Dayikên Aştiyê de têkoşîna xwe didomîne. DÎMEN HEYE   *Rêvebera Qada Dîplomasiya Jinên Şengalê Suham Şengalî têkildarî êrişên li ser Şengal û Başûrê Kurdistanê wiha got:"Ev parçeyek ji lîstikên dewleta tirk û hêzên ji derve ne. Amedekariyên 2023'yan, bidawîbûna Peymana Lozanê tê kirin. Ev weke berdewamiya komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ye. Lê belê em ê bi rêxistinbûyîna xwe destûrê nedin van lîstikan. Wê dijmin negihêjin armanca xwe." DÎMEN HEYE   * Jinên Rojnamevan ên ajansa Nujinha'yê bi munasebeta 7'ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd Gurbetelî Ersoz bi bîr anîn û wiha gotin:"Ji bo em wekî Gurbetelî Ersoz ji cîhanê re bibin mînak û bikaribin heqîqetê derxin pêş em ê her li ser şopa Gurbetan bimeşin. Em bi rihê Gurbetan dibin pênûs û objektîfa jinan." DÎMEN HEYE   *Yekemîn gerînendeya giştî ya Tirkiyeyê Gurbetellî Ersoz ku dest ji têkoşîna çapemeniya azad berneda û berê xwe da çiyê, di 7’ê cotmehê de hat qetilirin. 7’ê Cotmehê bi salane wek "Roja Rojnamegerên Jinên Kurd" tê pêşwazîkirin. Hevpîşeyên wê tevî hemû astengiyan pênûsa heqîqetê li erdê nehiştin. BI DÎMEN    * Jin Tv di weşana xwe ya nû de bi rûyên nû û cûrbicûr bernameyên rengîn dest bi weşana xwe kir. Pêşkeşvana Jin Tv Aysel Avesta got: “Jin TV îsal bi îdiayek mezin hemû qadên civakê analîz bike û wekî slogana xwe bibe dengê jinê û rûyê jiyanê." BI DÎMEN   *Rêvebirên MEBYA-DER’ê ya Şirnexê Asiye Arslan û Heznî Arslan bertek nîşanî helwesta îqtîdarê ku bêyî malbatan cenazeyan bi komî defin dike dan û gotin: “Li hemberî cenazeyan helwesteke hovane heye. Cenaze ji malbatan tên revandin û ev jî parçeyek ji îşkenceya li cenazeyan tê kirin e." BI DÎMEN