Ji bo mîtînga Amedê amadekarî didomin 2021-10-06 15:48:23   AMED - TJA û DBP ji bo mitînga wê bi dirûşma "Ji nijadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, dem dema azadiya jinê ye" li dar bixin, li navçe û bajaran xebatên xwe didomînin.    Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) wê di 16'ê cotmehê de bi dirûşma "Ji nijadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, dem dema azadiya jinê ye" mitînga herêmî li Amedê li dar bixe. Mitîng wê saet di yekê de li Meydana Stasyonê pêk were. Ji bo mitîngê li bajar û navçeyan xebat hat destpêkirin. Li gelek bajaran banga beşdariya mitîngê tê kirin. Jinan li navçeyên Amedê belavok belav kirin û jinan vexwendin mitîngê.