PENa Navneteweyî xwest nivîskar Meral Şîmşek berat bike 2021-10-06 15:47:22   NAVENDA NÛÇEYAN - PENa Navneteweyî bi daxuyaniya ku da diyar kir ku ew dixwazin helbestkar, nivîskar û endama PENa Kurd Meral Şîmşek berat bike.    PENa Navneteweyî ya li ser sîteya xwe ji bo helbestkar, nivîskar û endama PENa Kurd Meral Şîmşek berat xwest diyar kir ku endama PENa Kurd Meral Şîmşek ji ber cezayê ji bo wê tê xwestin di bin talûkeyê de ye. Her wiha hat gotin tê payin biryar di 7'ê Cotmehaa 2021'ê de bê dayin.    Dê PENa Navneteweyî rûniştinê ji nêz ve bişopîne   PENa Navneteweyî diyar kir ku ew ê rûniştina Meralê ji nêz ve bişopîne û got ji ber Meralê fikrê xwe bi awayekî azad rave dike hedef tê girtin. Seroka Komîteya Nivîskarên di Zidanan de ya PENa Navneteweyî Ma Thida da zanîn divê Meralê ji hemû sûcdariyên ku tên kirin berat bike.    Daxuyaniya ji bo endama PENa Kurd Meral Şîmşek hat dayin ji ser vê lînkê dikare bê temaşekirin:   https://pen-international.org/news/turkey-verdict-expected-in-trial-of-meral-simsek